Hêza domdar û mayinde
Ger îro xetereya şer rawestiya be û têkoşîna azadiyê li ser masê be, ev bi saya tekoşîna siyasî bi saya sekna gelê kurd, jin, ciwanan ango bi saya tekoşîna civakê ye. Lê divê mirov bizanibe ku rîsk, xetere pir in û didomin.

Kujerê kastîk komuna li dora jinan belav kir, xwe wekî kast, wekî hêza pîroz nîşan da, xwe wekî rastiyeke teqez li ser civakê ferz kir. Ji wê rojê vir ve êriş li ser karektera civakê ya komunal heye. Çawa ku di mîtolojiyê de xwedayên mêr gotin; ‘Em Xweda her tişt in, mirov ji pîsiya me çêdibin û ne tiştek in.’ Ev angaşt û manîpulasyon heta roja me didome.
Di sedsala 21ê de hêzên hegemon herî pir xwestin û dixwazin ku vê yekê îspat bikin: “Êdî hêza gelan, hêza civakan ne tiştek e. Li hember hêza teknalojiyê, hêza sazûmana dewletan, hêza çekên pêşketî civak, gel nikarin tiştekî bikin. Şansê wan ê serkeftinê tune ye.” Dixwazin bi civakê bidin pejirandin û bawerkirin ku, êdî gelên bindest, çînên bindest, zayenda bindest nikarin bi ser bikevin.
Ev yek li hember gelan, zayenda bindest û mirovatiya azadîxwaz manîpulasyoneke pir mezin e. Operasyoneke dunyewî ye li hember mirovatiyê. Ya rast vê sedsalê konjonktora dinyayê jî zemîn dida vê yekê. Bi taybetî piştî felişîna sosyalîzma pêkhatî mirovatî fikirî ku, li hember modernîteya kapîtalîst, mirovatî bêçare ye.
Ev sî û pênc sal in ku, li Rojhilata Navîn bi operasyonên şerê cîhanê yê sêyemîn hêzên hegemon vê hest û têgihîştinê kûr dikin. Êrişa li ser Rojava jî rasterast bi vê yekê ve girêdayî ye. Dixwazin bi van êrişan fikra ‘yên ku radestî hegemonyayê nebin, yên ku nebin amûrê pergala serdest, yên ku nebin piyonên polîtîka û berjewendiyên serdestan dê nikaribin li rûyê dinê bijîn’ bi mirovatiyê bidin pejirandin.
Di rewşa gelan, rewşa mirovatiyê ya heyî de rastiyeke ku vê fikrê, vê manîpulasyonê xwedî dike jî heye. Ew jî bêrêxistîbûn û bêperwerdebûna civakê ye. Civakên ku birêxistinkirî nebin, xwezan û zana nebin nikarin bibin vîn. Nikarin bibin civaka exlaqî-polîtîk. Ango nikarin li rêgezên xwe wateyên xwe xwedî derkevin û ji bo jiyana xwe, siberoja xwe ava bikin. Ango nikarin xwe bi rê ve bibin.
Em dikarin ji bo serdema modernîteya kapîtalîst bi taybeti vê sedsalê formulasyoneke wisa pênase bikin: Hegemonên dinyayê ji ber qeyrana pergalê ya bistûnî êdî ne xwediyê wê derfetê ne ku serdestiya xwe wekî birêvebirinê nîşan bidin. Loma bes bi eletewşkirin û radestgirtina civakê dikarin serdestiya xwe bidomînin. Bes dikarin civakeke ku dûrî vîna xwe, dûrî cewherê xwe ketibe îdare bikin, bi rê ve bibin. Loma dixwazin civakê wekî libên tizbiyê bikin; yek reng û yek deng, ya rast bêreng û bêdeng. Ji ber ku zindîtî û cewhera civakê bi taybetî di jin û ciwanan de xwe didomîne, serdest jî dixwazin destpêkê vê vînê bişikînin. Êrişa li ser Rojava herî pir jî tê vê wateyê, êrişa li ser vê vînê ye. Rojava li herêmê û dinyayê herî pir bi vîndariya civakê û xwebûna jinan hat nasîn.
Ji ber ku vîndariya gelan û xwebûna jinan a li Rojava di esasê xwe de pêkhatina xeta Rêbertiyê ye, ev êriş jî rasterast li ser Rêbertiyê ye. Sedema vê bombardûmana reşkirin û tarîkirinê jî ew e. Li pişt vê tarîkirinê bi tenê nezan, xafil û xayin tune ne, serdestên herêmê û dinyayê yên serdemê jî hene. Êriş di esasê xwe de li paradîgmaya Rêbertiyê ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan e. Êriş li ser manîfestoya Rêbertiyê, civaka demokratîk, jiyana azad e. Loma îro ji her demê pirtir parastina heqîqeta Rêbertiyê parastina azadiya gelan, azadiya jinan û civaka demokratîk e.
Wekî encam em dikarin ji van tespîtan çi derbixin? Manîpulasyona serdestan xwe dispêre derewan. Do jî, îro jî, sibê jî hêza herî mezin civak e, jin in, ciwan in. Hêza civakê ya birêxistinkirî û zana dikare şeran jî bisekinîne, lîstikên serdestan xera bike, pêşiya komployan bigre.
Ger îro xetereya şer rawestiya be û têkoşîna azadiyê li ser masê be, ev bi saya tekoşîna siyasî bi saya sekna gelê kurd, jin, ciwanan ango bi saya tekoşîna civakê ye. Lê divê mirov bizanibe ku rîsk, xetere pir in û didomin.
Wekî Rêbertî dibêje; di mercên kurd û Kurdistanê yên heyî de mirov ji sedî nod û neh bi dezawantaj, ji sedî yek bi awantaj tekoşînê dimeşîne. Ev yek xetere, dijwarî û zehmatiyên li pêşiya gelê kurd jî nîşan dide. Lê piştî ku hêza xwe ya civakî û ji sedî yek be jî awantaja xwe nas kir, êdî di meşa azadî û demokrasiyê de ti tişt nikare li pêşiya gelê kurd bibe asteng. Ma ji vê mezintir şanazî û serbilindî heye?


