Hezaran cenazeyên şervanan xwe spartin axê
Bi hezaran kes li Kobanê kom bûn û şervanên HSD, YPG,YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, li Şehîdgeha Şehîd Dîcle spartin axê.

Bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê, endamên saziyên rêveberiya xweser, partiyên siyasî û ên sivîl, rêxistinên jinan, cenazeyên şervanên HSD, YPG û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Qehreman Kobanê (Dijwar Şêxo), di 17ê Çileya 2026an li Meskenê, Berxwedan (Ednan Mislim) di 17ê Çileya 2026an li Meskenê, (Elî Keçel) di 30 Nîsana 2026an li Til Beyder, şervanên YPGê Rêjber (Ibrahîm Hindawî) di 17ê Çileya 2026an li Hesekê, Zîlan Çiya (Zîn Oso) di 20ê Nîsana 2026an li Dêrîk, Ehmed Ebdî ku di 28ê Nîsana 2026an li Kobanê û endamê Gumrika Giştî Elî (Elî Mislim) ku di 20ê Çileya 2026an li Sirînê jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmeke heybet li Şehîdgeha Şehîd Dicle veşartin.
Merasîmê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevseroka Partiya Yeketiya Demokratîk (PYD) a bajarê Kobanê Bêrîvan Îsmaîl sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û got: "Em bi şehîdan serbilind in, ji ber ku şehîdan ji bo parastina axa xwe û gelên xwe heta kêliya dawiyê têkokşiyan û şehîd bûn. Her şehîdekî bi berxwedan û têkoşîna xwe destanek nivîsand. Divê em jî xwedî li şehîdên xwe derkevin û şopdarên rêya wan bin, hata serkeftinê."
Endamê Meclîsa Leşkerî ya bajarê Kobanê Mehmûd Dêmo jî axivî û got: "Şervanan her tim hemberî dijmin berxwedaneke bê hempa kirin. Em jî wek Meclîsa Leşkerî soz didin ku em ê şopdarê rêya wan bin û xewn û xeyalên wan pêk bînin. Şehîdên me xeta sor in em ê xwedî li mîrasa wan derkevin û xwîna wan li erdê nehêlin. Ji ber ku her şehîdekî bi xwîna xwe destanek nivîsand û bû cangoriyê azadiyê."
Piştî axaftinan belgenameyeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.
Cenaze bi dirûşmên "Şehîd namirin" hat veşartin.


