Hêzên girêdayî Şamê 2 ciwanên Siwêdayî revandin

Hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê 2 ciwanên ji gundewarê Siwêdayê revandin, erebeyên wan desteser kirin.

1 deqe xwendin
Hêzên girêdayî Şamê 2 ciwanên Siwêdayî revandin

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê duh ciwanên ji gundê Milih ê başûrê rojhilatê Siwêdayê Muitez Zêd Marûf û Mahir Wecîh Bilan li herêmêa Qedem a Şamê revandin û erebeyên wan desteser kirin. Çavkaniyan diyar kir ku her du ciwan heta niha di destê hêzên Şamê de ne û malbatên wan banga serbestberdanê dikin.