Hikûmetê sozên xwe bi cih neanîne: 14 stasyonên avê naxebitin
Saziya Avê ya Kobanê daxuyanî dan û diyar kir ku ji ber birîna ceyranê 14 stasyonên avê ji xizmetê derketin û avê nadin bajêr.

Saziya Avê ya Kobanê li pêş Şaredariya Gel a Kobanê daxuyaniyek da. Hevseroka Saziya Avê Zozan Xelîl daxuyanî da û diyar kir ku ji ber êrîşên li ser Kobanê stasyonê avê ji xizmetê derketine.
Zozan Xelîl diyar kir ku ji ber birîna ceyranê 14 stasyonên avê nikarin bixebitin û nêzî 20 rojan e bajarê Kobanê û gundê wê bê av mane û got: “Ev yek li ser jiyana 500 hezar kesî xetereyê çêdike. Sozên têkildarî dayîna ceyranê dane, lê hêj ev sos bi cih neanîne.


