Hişmendiya dîrokê û mezexkarên jiyanê

Heye ku ev êrişkarên hest, mêjî û wateyê tam jî dixwazin vê rêbazê pêk bînin. Tevî ku derewên wan vekirî û li ber çavan e jî, dixwazin bi dubarekirinê û êrişa domdar wekî rastiyê ferz bikin. Mêjiyan bitevizînin, dilan biqerisînin, rastî û heqîqetê şêlû bikin. Navê vê; mezexkarî û kujeriya jiyanê ye.

1 deqe xwendin
Hişmendiya dîrokê û mezexkarên jiyanê

Di aliyê neyînî de taybetî û bêşansiya vê serdemê, ya herî li pêş mezexî ye. Ango têbirin e. Têbirin têgîneke wisa ye ku, ber bi roja me hêdî hêdî xwe belavî her biwara jiyanê kiriye. Xwe bera rehên jiyanê daye. 

Mezexî, berê bêhtir bi xwarin, vexwarinê, ji hewcedariyên xwe zêdetir xerckirinê dihate rojeva me. Dîsa bi nêzikatiya li zeman û derfetan dihate rojeva me. Dibû mijara rexne û rexnedayînê. 

Di roja me de ev mezexkarî ji rojevê heta wateyê, ji raman heta bîrê ferzî tevahî jiyanê bûye. Neo-lîberalîzm ku bêyî tunekirina heqîqeta jiyanê nikare halê xwe yê bi qeyran bidomîne, di her kêliya jiyanê de, bîra mirovbûnê dike mijara guftûgoyê û tune dike.

Taybetiyeke fîlozofan heye; hesta xwe ya şaşmayîna wenda nekirin. Çima? Lewra şaşmayîn hem daneya keşifkariyê ye, hem jî wendanekirina heqîqetê ye. Ji bo ku mirov heqîqetê wenda neke, divê mirov li hember rewşên pêk tên, hesta xwe ya şaşbûnê jî wenda neke. 

Di vê pêvajoyê de ku hemû hêzên hegemon ên dinyayê û hêzên herêmê yên statukoparêz dixwazin bi aqilê kurdan bilîzin, mirov li hember hin tiştan bi rasti jî şaş dibe. Lewra yên ku êriş dikin; wekî ku bîra kurdan tune be, wekî ku hişmendiya kurdan a dîrokê tune be êrişî nirx û destkeftiyên gelê kurd dikin. Di rewşên wisa de ji bo min rênîşanek, ango pûsûlayek heye. Ez dibêjim; wekî kurd, wekî jin li ser kîjan aliyê me, li ser kîjan kirina me pir êriş pêk tên, divê em bizanibin ku ji bo me ew tiştên herî binirx û girîng in. Êriş li ser kîjan aliyê me tê kirin, tirsa neyaran, ango nedostan ji wî aliyê me heye.

Ez bawer im ku kesa/ê şoreşger, her kurda/ê xwezan wisa difikire. Lê belê yên ku van êrişan pêk tînin, dîsa jî êrişa xwe didomînin. Nexwe li vir jî stratejiyeke wan heye, divê mirov biçûk nebîne. Di rewşên wisa de gotina diya min tê bîra min. Diya min digot; ‘Ji zarokan re tiştên şaş nebêjin û dubare nekin. Zarok ne wisa bin jî dê wisa bibin. Mirov çil ji caran kesekê/î re bêje ‘tu dîn î’ yê dîn bibe.’

Heye ku ev êrişkarên hest, mêjî û wateyê tam jî dixwazin vê rêbazê pêk bînin. Tevî ku derewên wan vekirî û li ber çavan e jî, dixwazin bi dubarekirinê û êrişa domdar wekî rastiyê ferz bikin. Mêjiyan bitevizînin, dilan biqerisînin, rastî û heqîqetê şêlû bikin. Navê vê; mezexkarî û kujeriya jiyanê ye. Lewra mirovên bêbîr, bêheqîqet, bêtêgihîştina rastiyê û derewkar, mirovên bêjiyan in. Ango mirovên mirî ne. Xuya ye ku di vê mijarê de jî ji bo me jinan, ji bo me kurdan, ji bo me sosyalîstan û gelên azadîxwaz, xweparastineke xurt pêwîst e. Bes mirov bikaribe bi hişmendiya dîrokî û tercîha jiyana biheqîqet xwe ji derewkariya qirêj biparêze. Heqîqet yekpare ye. Ew jî wekî rojê bi celbê nayê siwaxkirin.

Dîroka Rêbertiyê, radeya xwezanîna gelê kurd, pêşketina jinên kurd û hemû jinên azadîxwaz îlhamê didin mirovatiya pêşverû. Hemû îspatên vê heqîqetê ne û rûyê mirovahiyê yê ronî ne. Mirov bi vê îspat û ronahiyê dikare bi her qirêjî û tarîtiyê re têbikoşe, bê payan serbilind bijî.