Hîzbûllah a Iraqê ji bo Îranê seferberî ragihand

Hîzbûllah a Iraqê ragihand ku ji bo parastina Îranê wan seferberî ragihandine û got: "Îsraîl û hêzên tarî ji bo hilweşandina Komara Îslamê ya Îranê bûne yek."

1 deqe xwendin
Hîzbûllah a Iraqê ji bo Îranê seferberî ragihand

Lîwaya Hizbullaha Iraqê ji bo piştgiriya Îranê seferberiya giştî ragihand û got: “Îro Îsraîl û hêzên tarî, ji bo Komara Îslamî ya Îranê wêran bikin kombûne.”

Emîndarê Giştî yê Lîwaya Hizbullaha Iraqê (Ketayib Hizbulal Iraq) Ebu Hisên Hemîdawî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ji bo piştgiriya Îranê amadekariyên şerek nû dikin.

Emîndarê Giştî yê Lîwaya Hizbdullah Iraqê Ebu Hisên Hemîdawî bang li hemû endamên xwe kir ku ji bo piştgiriya Komara Îslamî ya Îranê, li seranserê cîhanê xwe ji bo seferberiya giştî amade bikin û got: “Ji ber ku Îran qelaya netew û serbilindiyê ye. Îro Îsraîl û hêzên tarî, ji bo Komara Îslamî ya Îranê wêran bikin kombûne.”

Ebu Hisên di daxuyaniya xwe de got: “Em ji bo dijminan dibêjin, şerê dijî Komara Îslamî ya Îranê wê ne hêsan be. Berovajiyê vê, hûnê tama herî tal û mirinê seh bikin û tiştek ji hebûna we li herêma me namîne.”