Hozat: Pratîkbûyîn bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye

Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat beşdarî 'Bernameya Taybet' a Medya Haberê bû û rojev nirxand.

1 deqe xwendin
Hozat: Pratîkbûyîn bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye

Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat beşdarî 'Bernameya Taybet' a Medya Haberê bû û rojev nirxand. Besê Hozat ji bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bigire, pêvajoya siyasî, pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, pêk anîna Kongreya 12emîn a PKK û gelek mijarên din ên girîn girxand.ranta şer, zimanê medyayê û rêveçûna pêvajoyê bi berfirehî nirxand.

Hevpeyvîna bi Besê Hozat re hatiye kirin bi vî rengî ye:

Di meha Gulanê de şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate ragihandin. Di şexsê van hevalan re hûn dixwazin çi bibêjin?

Beriya her tiştî di şexsê hevrê Hakî Karer de hemû şehîdên meha Gulanê û şehîdên şoreşê û azadiyê bi hurmet û minet bi bîr tînim. Meha Gulanê meha şehîdan e. Navê xwe jî ji şehadeta hevalê Hakî Karer werdigire. Hevalê Hakî hevrêyê destpêkê yê Rêber Apo ye. Hevalekî welê bû ku taybetmendiyên rêbertî di şexsê wî de li pêş bû, Rêber Apo herî baş fêhm dikir. Rêber Apo bi gotina 'Ruhê min êveşartî' hevalê Hakî Karer pênase kir. Partîbûn jî ji bo bîranîna hevalê Hakî Karer pêk hat û li ser xeta wî têkoşîn gihîşt vê astê. Bi rastî jî di dîroka me ya têkoşînê de xwedî cihekî gelekî cuda ye. Bêguman heman rojê di 18ê Gulanê de Îbrahîm Kaypakkaya jî şehîd bû, salvegera şehadeta wî ye. Li zindana Amedê berxwedaneke mezin kir û bi rengekî hovane hate qetilkirin, şehîd ket. Ez careke din di şexsê hevalê Hakî û Îbrahîm Kaypakkaya de şehîdên şoreşê yên Kurdistanê, Tirkiyeyê û cîhanê bi hurmet û minet bi bîr tînim.

Di kongreya 12'emîn a PKK'ê de şehadeta hevalên Fûat û Riza hate ragihandin. Ev hevrê jî hevrêyên destpêkê yên Rêber Apo ne. Lêgerînerên mezin ên heqîqetê ne, rêwiyên wê ne, heqîqet bi xwe ye. Kedeke gelekî mezin dan têkoşînê, nirxên gelekî mezin afirandin. Bi rastî jî têkoşîna li ser xeta van hevrêyan pêşketinên gelekî mezin kir. Bi gotina Rêber Apo, heval wê ji pêvajoya nû re, ji pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk', ji sosyalîzma civaka demokratîk re wê bibin hêza sûdwergirtinê. Li ser xeta hevalan ev têkoşîn wê teqez bi ser bikeve. Em ê xeyala mezin a wan hevrêyan, bi pêkanîna sosyalîzma civaka demokratîk teqez bi cih bînin. Em ê dilsozê xeyal, bîranîn û hesreta wan bin. Min xwest vê yekê bînim ziman.

Bêguman gelê me bi xurtî ragihandin pêşwazî kir. Li Kurdistanê, li tevahiya Kurdistanê, li derveyî welat bîranînên gelekî mezin hatin lidarxistin. Tevlîbûnên girseyî pêk hatin. Gelê me bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr anî. Ev gelekî bi wate bû. Me di bîranînan de jî dît, hevrêyên me di dilê gelê me de textê xwe danîne. Gelê me baş fêhm kiriye bê nirxên ku hevrêyên me afirandine ji bo gel, ji bo mirovahiyê têne çi wateyê. Ev yek gelekî baş îfade kirin. Piştî bîranînan, malbatên herdu hevalan daxuyaniyek dan û ev helwesta gelê me pîroz kirin, silav kirin. Di vê mijarê de spasiya xwe pêşkêş kirin. Ew daxuyaniya bi navê malbatan hate kirin jî peyama silavkirinê jî bi rastî jî bi wate bû, xwedî naverokê bû.

Hevalê Fûat di 3'ê Tîrmeha 2018'an deşehîd bû. Li akademiyekê dema perwerde dida, di encama êrişa hewayî de şehîd bû. Bi komek ji hevalan şehîd bû. Yek ji hevrêyên destpêkê yên Rêberê me ye. Keda wî ya têkoşînê bi rastî jî gelekî zêde ye. Hevalê Fûat wijdanê mirovahiyê û gelê Kurd e. Mirov dikare bi vî rengî jî pênase bikin. Bi rastî jî heqîqet bi xwe ye. Mirov divê çawa qala hevalê Fûat bikin? Li hemberî şaşitî û nebaşiyê hêrsa xwe mezin bû, ji bo ya baş, rast û bedew hezkirina wî gelekî kûr bû. Li pêşberî her bûyerê me digot, gelo hevalê Fûat çawa difikire, çawa dinirxîne? Yanî timî me nirxandin û nêrînên wî meraq dikir. Me bêrî dikir, çavên mirov timî lê digeriye. Di demên herî zehmet de moraleke mezin bû, enerjiya jiyanê bû, hêz bû. Hiş, wate, hêza jiyanê bû, hêza wateyê bû. Di dîroka me ya têkoşînê de xwedî cihekî cuda ye. Hin şehadet hene ku bi rastî jî cihê wan nayê dagirtin. Ev heval jî hevalên welê ne. Ji bo pêkanîna bîranîn, hesreta van hevalan divê em gelekî zêde bixebitin, têbikoşin. Tenê bi vî rengî em dikarin dilsoziya xwe ya bi wan re, hevrêtiya xwe ya rast bînin ziman.

Hevalê Riza jî hevrêyekî gelekî hêja bû. Bi rastî jî gelekî jîr û jêhatî bû. Tişta ku kesî nedidît wî didît, dinirxand, jêhatî, zane bû. Hêza wî ya rêxistinê û bandorkirinê gelekî bilind bû. Hunera wî ya îqnakirinê gelekî pêşketî bû. Di nava her şert û mercî de zanîbû moralê bide, motîve bike, dikarîbû bixe nava liv û tevgerê. Ji bo hevalên Fûat û Riza asta wan a entelektuel, îdeolojîk, rêxistinî gelekî kûr bû. Gelek heval perwerde kirin. Bi rastî jî nirxên gelekî mezin û kûr afirandin. Em ê dilsozê bîranîna wan bin. Em ê teqez ji bo pêkanîna xeyal û armancên wan têbikoşin. Gelek hevalan nirxandinên gelekî hêja kirin. Ew nirxandin hemû hevalan gelekî baş îfade dike. Bi wî rengî ne.

Di kongreya 12'emîn a PKK'ê de me Sirri Sureyya Onder jî bi hurmet û minet bi bîr anîn. Di 3'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Ew jî mirovekî gelekî hêja bû. Baweriya xwe bi xwişk û biratiya gelan a li ser azadî û wekheviya gelan dianî,di vê oxirê de canê xwe da, mirovekî welê bû. Bi rastî jî fedaiyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bû, pêşengê wê bû. Kedekî wî ya mezin hebû. Ez dixwazim wî jî careke din bi hurmet û minet bi bîr tînim.

Di navbera 5-7'ê Gulanê de PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn kom kir. Bi navê kongreyê daxuyanî hate dayin, biryar hatin eşkerekirin. Bêguman biryarên gelekî girîng bûn hemû. Lê bi taybetî biryarek gelekî hate nîqaşkirin. Biryara fesixkirina PKK'ê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî bû. Hûn şert û mercên komkirina kongreya PKK'ê çawa dinirxînin? Û hûn pêvajoya piştî ragihandina kongreyê dikarin çawa binirxînin?

Bi sala 2025'an re, ya rast di dawiya sala 2024'an de destpê kir, di sala 2025'an de van pêşketinan dewam kirin. Em ketin nava pêvajoyeke gelekî dîrokî. Li herêmê, li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn giran bû. Dîzaynkirina herêmê bi vî rengî di rojevê de ye. Em pêvajoyê nikarin ji van bûyeran cuda binirxînin. Em nikarin pêvajoyê ji asta Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, bûyerên li cîhanê û herêmê, şerê navbera hêzên hegemonîk, şerê bi hêzên statukoparêz ên li herêmê, têkoşîna gelan cuda binirxînin. Modernîteya kapîtalîst di nava krîzeke gelekî kûr de ye, sîstem diheje. Sîstem di nava pêvajoyeke welê de ye ku xwe ji nû ve dîzayn dike. Ev yek li ser herêmê tê meşandin. Di asta heyî de hevsengiyên sedsala 21'emîn, sîstema xwe ya siyasî ji nû ve tê dîzaynkirin. Dîzaynkirina herêmê jî li ser bingeha ewlehî û berjewendiyên Îsraîlê tê kirin. Gav bi gav Îsraîl li herêmê dibe hêza bingehîn a hegemonîk. Bandora wê ya li ser tevahiya herêmê zêde dibe. Bi piştgiriya cidî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Îngilistan û dewletên rojavayî ev yek dibe. Ev bûyer û pêşketin yekser Kurdan jî eleqedar dike. Ji ber ku Kurd jî di nava vê dîzaynê de ne, di navenda van bûyeran de ne, di navenda şer de ne. Ev hêz hemû, di serî de Îsraîl, DYA li ser Kurdan xwedî hesabên cidî ne, planên xwe hene. Di vê dîzaynê de li ser bingeha berjewendiyên xwe, li ser bingeha ewlehiyaÎsraîlê dixwazin cih bidin Kurdan, polîtîkayeke bi vî rengî tê meşandin, stratejiyek tê meşandin. Van bûyeran bêguman di asteke cidî de bandor li dewleta Tirk jî kir. Tirsand. Bi taybetî di nava derdoreke nava dewletê ya ku pirsgirêka mayindebûna dewletê dijîn, ev yek bû sedema fikareke mezin. Ji ber ku têkoşîna azadiyê ya 52 salan dewam kir, nirxên gelekî mezin afirand li tevahiya Kurdistanê û herêmê ji aliyê mirovahiyê ve ji bo gelan nirxên girîng afirand. Li gel hemû êrişên dewleta Tirk, li gel şerê qirkirinê tevgera azadiyê nekarî bê tasfiyekirin. Planên îmhakirinê hatibûn têkbirin. Bi vî rengî darbeyeke cidî jî xwaribû. Tevgera li ser piyan bû. Bi van bûyeran û pozîsyona mayina li ser piyan a tevgerê, fikar û tirs zêde kir. Ev bûyer hemû bûn sedem ku careke din bi Rêber Apo re diyalogê dînin. Piştî ku heyeta dewletê li Îmraliyê diyalog bi Rêber Apo re danî, Rêber Apo qîmet da vê yekê. Bangên Devlet Bahçelî hebûn. Devlet Bahçelî jî aqlê dewletê îfade dike, polîtîkaya înkar û îmhay