HRANA: 6 hezar û 955 kes hatin kuştin
HRANAyê bîlançoya 41 rojên protestoyan parve kir û got ku 175 jê zarok bi giştî 6 hezar û 955 kes hatine kuştin û 11 hezar û 630 bûyerên mirinê jî lêkolîn dikin.

Çalakiyên protestoyî yên li Îran û rojhilatê Kurdistanê di roja 42yan de berdewam in. Human Rights Activists News Agency (HRANA), rapora xwe ya bîlançoya 41 rojên çalakiyan aşkera kir. Li gorî raporê; 6 hezar û 955 mirinên piştrastkirî hene û 175 jê zarok bi giştî 6 hezar û 505 çalakvan ji hêla hêzên rejîmê ve hatine kuştin. Hat gotin ku 11 hezar û 630 bûyerên mirinê jî tên lêkolînkirin. Hat destnîşankirin ku 11 hezar û 21 kes birîndar bûne, 111 jê xwendekar bi giştî 51 hezar û 251 kes hatine girtin, 11 hezar û 48 kes ji bo îfadeyê hatine vexwendin. Her wiha hate gotin ku hejmara kesên vîdeoyên “îtîrafan” ku hêzên rejîmê bi darê zorê axaftin pê dane kirin û di medyaya alîgirê rejîmê de hatine weşandin jî gihişt 311 kesan.
Di raporê de her wiha cih da banga Sendîkaya Mamosteyên Alman a ji bo rejîmê ku dixwaze zextên xwe û kuştina çalakvanan bi dawî bike. Her wiha rexneyên lîderê ruhanî yê nifûsa Misilmanên Sunî yên Îranê Molavî Abdolhamîd a li dijî bêdengiya alimên olî ya li hemberî cînayet û zextên rejîmê jî di raporê de cih girt.
Herwiha hakemê Premier Lig futsalê Niloufar Mir-Karimi jî ji bo protestokirina rejîmê îstîfa kir û got: “Di demeke xwîna welatiyan tê rijandin de mirov nikare jiyaneke asayî ragire.”


