HRANA: Di êrişên 24 saetên borî de 31 sivîl hatine kuştin
Li gor amarên rêxistina HRANA’yê, di 24 saetên borî de ji ber êrişên Îsraîl û Amerîka yên li ser Rojhilatê Kurdistan û bajarên Îranê, 56 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Her wiha li 23 parêzgehan baregehên rejîma Îranê hatine hedefgirtin.

Rêxistina HRANAyê di derbarê êrişên hevbeş yên Îsraîl û Amerîka yên li dijî rejîma Îranê û encamên wê yên 24 saetên borî de agahiyan parve kir.
Li gor agahiyên rêxistinê belavkirine, di nava 24 saetên borî de li 23 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê Amerîka û Îsraîlê herî kêm 117 êriş li dijî 51 baregehên leşkerî, navendên hêza besîc, baregehên Supayê Pasdaran, balafirxaneyên leşkerî û navendên polîsan pêkanîne.
Her wiha hatiye diyarkirin di encama êrişên pêkhatine de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 31 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 25 sivîl jî birîndar bûne. Hatiye gotin ku kesên bûne qurbanî, li parêzgehên Tehran, Kirmaşan, Urmiye, Beluçistan, Esfehan, Elborz, Îlam û Tewrêz hatine tomarkirin.
Li gor heman agahiyan, ew ji bo piştrastkirina kuştin û birîndarbûna 926 kesan lêkolînê dikin.
Her wiha hatiye eşkere kirin ku ji destpêka êrişên Amerîka û Îsraîlê ve, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 1114 sivîl hatine kuştin ku ji wana 183 jê zarok bûn.

