HSD: Girtîgeha Şedadê ji bin kontrola hêzên me derket
HSDê ragihand ku ji saetên sibehê ve komên çete yên hikumeta demkî êrişî girtîgeha Şedadê ya başûrê Hesekê ku tê de bi hezaran çeteyên DAIŞê hene dikin, şervanên HSDê gelek caran êrişên wan têk birin, lê niha girtîgeh ji bin kontrolê derketiye.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku girtîgeha Şedadê ji bin kontrola şervanên HSDê derketiye.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ji saetên sibehê ve komên Şamê bi awayekî dijwarî êrişî girtîgeha Şedadê ya ku tê de bi hezaran endamên rêxistina DAIŞê ya terorîst hene dikin.
Şervanên HSDê bersiva van êrişan didin û gelek caran ew êriş têk birin. Ji bo karesateke ewlehî çênebe bi dehan şehîd û birîndar çêbûn.
Tevî ku girtîgeha Şedadê 2 kîlometre ji baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li herêmê ve dûr e, lê gel bangên dubare baregehê destwerdan nekir.
Em ji raya giştî re dibêjin ku girtîgeha Şedadê ji bin kontrola hêzên me derket."

