HSD'ê bîlançoya şer aşkera kir

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li başûr rojhilatê Minbicê wesayîteke komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk rûxandin.

1 deqe xwendin
HSD'ê bîlançoya şer aşkera kir

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li başûr rojhilatê Minbicê wesayîteke komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk rûxandin.

Ragihandina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kêlîka rûxandina wesayîtê kişandin û li ser medya dijîtal parvekirin.

Ji aliyekî din ve Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD`ê bîlançoya şerê doh êvarê û heta îro weşand.

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD`ê ragihand ji doh şevê heta sibeha îro di navbera hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên artêşa Tirk de li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê şerekî giran qewimî.

Di encama şer de 5 çete hatin kuştin, 3 wesayîtên wan hatin îmhakirin û hejmarek çek û cebilxane jî hate destserkirin.

Navendê got, "Hêzên me yên ku mafê parastina rewa bi kar anîn û bersiva êrişan dan, rasterast çeper û navendên çeteyan ên li wan herêman kirin hedef.

Li eniya Pira Qereqozaxê jî artêşa Tirk a dagirker derdora pirê û balafirgeha Sirîn bi çekên giran topbaran kir, dinencamê de ziyanên madî derketin.

Li herêma Zergan, balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker xaleke Hêzên Ewlekariya Hundirîn hedef girt, di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariyê û endamekî Hêzên Disîplîna Leşkerî şehîd bûn û 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî birîndar bûn."