Komên Paramîlîter li Til Hemîsê goristan texra kirin
Komên Paramîlîter ên girêdayî Hikûmeta Şamê goristan a bajarê Til Hemîs ê gundewarê Qamişloyê xera kirin.

Çavkaniyek ji bajarê Til Hemîs ê gundewarê Qamişlo dîmen û wêneyên texrîbkirina goristana şehîdan ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re şandin. Heman çavkanî destnîşan kir ku komên çekdar ku ji Dêrazorê hatine Til Hemîs bi zanebûn goristana şehîdan a bajêr bi temamî xerab kirin. Di goristanê de keç û xortên bajêr û gundewarê wê ku di berxwedana li dijî komên paramîlîter ên girêdayî Şamê şahîd bûbûnde hene.
Li Efrîn û Serêkaniyê komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê û li bajarên Tebqa, Reqa, Dêrazor, Minbic, Şedadê û herêma Şiqeyêf a taxa Şêxmeqsûdê jî komên hikumeta demkî goristanên şehîdan wêran kirin.


