Nûnerên saziyên civakî û çapemeniyê Rojnameger Altun bi bîr anîn
Nûnerên saziyên civakî û DFGê Rojnameger Cengîz Altun ê ku 34 sal berê li Êlihê hate kuştin li ser gora wî ew bi bîr anîn. Beşdaran destnîşa kirin ku dê têkoşîna wî berdewam bikin.

Rojnameger Cengîz Altun di 24ê Sibata 1992yan de li Êlihê di encama êrişekî çekdarî de hate kuştin. Nûnerên MEBYA-DER, DFG û nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî û malbata Altun li ser gora wî ya li taxa Çamlicayê kom bûn û ew bibîr anîn. Bîranîn bi merasîma rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê MEBYA-DERê Şafî Aratemur axivî û got: "Wî kiryarên xirab ên li Kurdistanê didît û dinivîsand. Dewletê bi zanebûn kesên hişmend û rojnamegerên ku dengê gel bûn dikirin hedef û qetil dikirin. Ev yek bi destê çeteyan û rêxistinên wekî Hîzbullahê pêk dianî. Ji ber vê yekê em ê hevalê xwe Cengîz qet ji bîr nekin."
Birayê Altun, Azad Altun jî anî ziman ku her kesê li vê axê li gorî derfetên xwe li ber xwe dide û wiha axivî: "Lê ew (rojnameger) pêşengên berxwedêrên îro bûn. Berdêla vê yekê jî bi canê xwe dan. Bi hişmendiya ku derxistin holê barên giran dan ser milê me. Rewşenbîr û rojnamegerên Kurd her tim rojên dijwar diyan. Kurd bi kuştinê naqedin. Cengîz hat qetilkirin, lê bi hezaran kes wekî şopdarên wî têkoşînê didomînin. Em ê xwedî li ked û şehîdên xwe derkevin."
Rojnameger Bîlal Guldem jî destnîşan kir ku kujerên rojnamegeran ji aliyê dewletê ve tên zanîn lê nayên aşkerakirin û xwest kujerên Çapemeniya Azad bên dîtin.
Hevseroka DFGê Kesîra Onel jî ev tişt got: "Hevalê me Cengîz beriya 34 salan ji aliyê hîzbulkontrayan ve hate qetilkirin. Piştî wî jî komkujî berdewam kirin. Hevalên me yên ku di rêya heqîqetê de berdêl dan, rêya me ronî dikin. Wan mîrateya rojnamegeriya birûmet li pey xwe hiştin. Em ê bi vê hişmendiyê rojnamegeriya xwe bidomînin."
Piştî axaftinan, bi munasebeta salvegera 34emîn a qetilkirina Altun, 34 qurnefîl danîn ser gora wî.


