HSDê der barê teqîna li Minbicê de daxuyanî da

Navenda Ragihandinê ya HSDê têkildarî teqîna ku vê sibehê li bajarê Minbicê yê dagirkirî pêk hatibû, daxuyaniyek weşand.

1 deqe xwendin
HSDê der barê teqîna li Minbicê de daxuyanî da

Navenda Ragihandinê ya HSDê têkildarî teqîna ku vê sibehê li bajarê Minbicê yê dagirkirî pêk hatibû, daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye: “Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) teqîna terorî ya ku vê sibehê li bajarê Minbicê pêk hatibû, şermezar dike. Hêzên me teqez dikin ku danîna teqemaniyan, şerê navxweyî, teror, tevlihevî û fitne beşeke sereke ya kiryarên komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê ne. Ev kiryar stratejiyeke sabit a wan koman e. Ew kom bi rêya kiryarên bi vî rengî dixwazin şêniyan bitirsînin û li ber xwepêşandanên wan ên li dijî rewşa xirab a li Minbicê û pirsgirêkên dizî, talankirin û destdirêjiyê ku dikin, bigirin.

Hêzên me di aşkerakirina sûcdaran de xwedî ezmûneke mezin e. Hêzên me ezmûnên xwe yên lêkolîn û lêpirsînê pêşkêşî rêveberiya Şamê dikin da ku aliyên rasteqîn ên sûcdar ên li pey van teqînan aşkera bikin, her wiha kesên hewl didin bêyî delîlan û bi tawanbarkirina hêzên me bi van sûcan, kiryarên xwe veşêrin, werin aşkerakirin.”