HTŞ cenazeyên kurdan dişewitîne

Çeteyên HTŞê û DAIŞê dîmenên şewitandina cenazeyên kurdan ên li Tebqayê hatine kuştin, weşandin. Di dîmenan de neftê li cenazeyan dikin û heqaretan li kurdan dikin.

1 deqe xwendin
HTŞ cenazeyên kurdan dişewitîne

Hovîtiya çeteyên HTŞê û DAIŞê ku ji hêla Tirkiyeyê ve tên rêvebirin, her roj zêdetir derdikeve holê. Di dîmenek ku ji hêla çeteyan ve hat weşandin de cenazeyên kurdan şewitandine û parve kirin e. Çete neftê li gelek cenazeyan dikin û dişewitînin. Herwiha di dema şewitandina cenazeyan de bi gotina, ‘beraz’ heqaret li fermandar û şervanên HSDê û kurdan dikin.

Ev çeteyên hov di dîmen de gelek caran dibêjin, ‘neftê pêdake, pêdake’.