Îlham Ehmed li Şêxmeqsûdê rewşa ewlehiyê şopand

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed serdana taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, rewşa ewlehî û xizmetguzarî şopand.

1 deqe xwendin
Îlham Ehmed li Şêxmeqsûdê rewşa ewlehiyê şopand

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, piştî serdana bajarê Efrînê, gundewarê wê, pakrewangehên şehîdan û hevdîtina bi şênî û malbatên şehîdan re, serdana taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê kir. Ev serdana di çarçoveya şopandina rewşa ewlehî û xizmetguzarî ya taxê û şêniyan de hat kirin.