Polîsan nûçegihana MAyê û gelek kes binçav kirin
Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên li Enqereyê xwestin Ethem Sarisuluk bi bîr bînin. Di çalakiyê de polîsan êrîşî girseyê kirin. Polîsan di êrîşê de nûçegihana MAyê Sema Bîngol û gelek kesên din binçav kirin.

Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên li Enqereyê ji bo bîranina Ethem Sarisuluk ê di 2013an de ji ber çalakiyên Parka Geziyê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin, xwestin bernameya bîranînê li dar bixin. Girse li Guvenparka Enqereyê kom bû û xwest merasîma bîranînê li dar bixe. Polîsan girse dorpêç kir û bi gaza îsotê êrîşî girseyê kir.
Girse bi berzkirina dirûşmeyên “Ethem Sarisuluk nemir e”, “Her der Taksîm her der têkoşin”, “Kujêr dewlet dê hesab bide” û ” Polîs derkevin ev kolan ê me ye” meşiya kolana Yukselê. Girseya ku li kolana Yukselê civiya careke din rastî êrişa polîsan hat û belav bû. Polîsan nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sema Bîngol ji nav de gelek kes binçav kirin.


