Îlhan Ehmed û 7 jin hatin xelatkirin

Di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Silêmaniyê bi pêşengtiya Mekteba Karê Demokrasî û Pîşeyî ya Partiya Komunîst ya Kurdistanê xelata rêzgirtinê ji Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û 7 jinên çalakvan re hat dayîn.

1 deqe xwendin
Îlhan Ehmed û 7 jin hatin xelatkirin

Li Mekteba Silêmanî ya Partiya Komunîst ya Kurdistanê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma ‘Jin hêze, jin, şoreşe, jin siberoje’ merasîmek ji aliyê Mekteba Karê Demokrastî û Pîşeyî ya Partiya Komunîst ve hat lidarxistin û xelata rêzgirtinê ji bo 8 jinên çalakvan di warê siyasî û mafê jinan de hate dayîn.

Jinên hatine xelatkirin navê wan wiha ne: Pexşan Zengene, Sirwe Nasrî, Îlham Ehmed, Xanim Letîf, Sineber Îsmaîl, Nermîn Osman, Hana Şiwan û Dayîka Perçem.

Di merasîma xelatdayînê de li ser navê Partiya Komunîst ya Kurdistanê Çîmen Omer daxuyaniyek da û diyar kir ku azadiya civakê bê azadiya jinan nabe û silavên xwe li hemû jinên şoreşger yên çar beşên Kurdistanê û bi taybet Rojavayê Kurdistanê re şandin.