ÎLO: 54 milyon zarok di xeteriyê de ne

Di çarçoveya 12ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Xebitandina Zarokan a Cîhanê de, daxwaza bidawîkirina îstîsmara keda zarokan hate kirin. Li gorî daneyên ÎLOyê, li cîhanê 138 mîlyon zarok di bin şert û mercên giran de tên xebitandin û jiyana 54 mîlyonan rasterast di xetereyê de ye.

1 deqe xwendin
ÎLO: 54 milyon zarok di xeteriyê de ne

Rêxitina Karkeran a Navneteweyî (ÎLO) bi boneya 12ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Xebitandina Zarokan a Cîhanê Neneteweyên Yekbûyî daneyên têkildarî zarokên tên xebitandin weşandin. ÎLOyê bi bîr xist ku îsal Şeşemîn Konferansa Gerdûnî ya Rakirina Xebitandina Zarokan a li bajarê Marakeşê hate lidarxistin û dewletan soza astengkirina xebatan zarokan dane.

‘Ji bo zarokan lîstik ji bo mezinan karekî bi rûmet’

ÎLO destnîşan kir ku li dijî xebitandina zarokan îsal qampanyayeke bi dirûşma “Ji xebitandina zarokan re qerta sor: Ji bo zarokan lîstikeke adil, ji bo mezinan karekî bi rûmet” tê meşandin. Rêxistinê di rapora xwe de bang li dewletan û rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo astengkirina xebitandina zarokan têkoşînê bikin.

Bîlançoya sîstemê: 54 mîlyon zarok di xetereyê de ne

Tevî hemû bangawaziyên navneteweyî û belgeyên li ser kaxezê jî, pergala kapîtalîst û krîzên aborî dibin sedem ku kedxwariya li ser zarokan kûrtir bibe. Li gorî daneyên herî dawî, li seranserê cîhanê hîn jî 138 mîlyon zarok ji mafê xwe yê perwerde û lîstikê bêpar tên hiştin û di bin şert û mercên giran de wekî karker tên xebitandin. Bîlanço nîşan dide ku ji van zarokan derdora 54 mîlyon di karên xeternak de dixebitin û ev yek rasterast gefê li tenduristî û jiyana wan dixwe.

Di peyamên îsal de, bang li hemû cîhanê hate kirin ku li hemberî karkeriya zarokan dengê xwe bilind bikin daku sozên hatine dayîn ji bo hemû zarok, malbat û civakan bibin guhertineke rasteqîn.