Îranê deriyê tunelên ûranyûmê mayin kirin

Li gorî raporên îstîxbarata DYAyê, rejîma Îranê ji bo parastina stoka xwe ya ûranyûma zengînkirî deriyên hin tunelan rûxandiye û her wiha riyên diçin baregehên nukleerî jî mayin kiriye. Li gorî pisporan Îran dixwaze bi vê gavê pêvajoya dewirkirina ûranyûma di dest de, dirêj bike.

1 deqe xwendin
Îranê deriyê tunelên ûranyûmê mayin kirin

Qeyrana nûkleerî ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de derbasî qonaxeke nû dibe. Çapemeniya Amerîkî, agahiyên îstîxbarata DYAyê yên der barê bernameya nukleerî ya Îranê de eşkere kirin. Li gorî nûçeyan, rejîma Îranê di hefteyên dawî de ji bo parastina stokên xwe yên ûranyûma zengînkirî tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.

Îran dixwaze niha uranyûm di bin axê de bimîne

Tê diyarkirin ku Îranê bi qestî hin tunel rûxandine û riyên ketina wan deveran mayin kirine. Çavkaniyên îstîxbaratê destnîşan dikin ku ji ber van tevdîran, gihîştina nêzî nîv ton uranyûma zenînkirî li gorî berê gelekî zehmet û metirsîdar bûye.

Muzakereyên bi Trump re asê dibin

Ev rapora îstîxbaratî, di demeke nîqaşên peymanê di navbera Serokê DYAyê Donald Trump û Tehranê de ber bi dawiyê ve diçin de hate weşandin. DYA dixwaze di çarçoveya peymanekê de ûranyûma zenînkirî ya Îranê dewir bigire û îmha bike. Lê belê çavkaniyên agahdar diyar dikin ku ev tedbîrên ewlehiyê yên nû yên Îranê, wê pêkanîn û piştrastkirina her cure peymanekê aloztir û zehmettir bikin.

‘Wê derxistina ûranyûmê zehmet bibe’

Serokê berê yê Ofîsa Veguhestina Materyalên Nukleerî ya girêdayî Saziya Ewlehiya Nûkleerî ya Neteweyî ya DYAyê Scott Rock li ser mijarê ji çapemeniyê re axivî û hişyarî da. Rock destnîşan kir ku eger ev rapor rast bin, derxistin û girtina stoka ûranyûmê wê gelekî dijwar bibe û ev yek wê li ser miqdara rasteqîn a materyalên ku dikarin bên bidestxistin nezelaliyê derxe holê.

Peyman çê bibe jî dewir girtina ûranyûmê dê dirêj be

Li gorî rapora îstîxbaratê, beşa herî mezin a stoka ûranyûma Îranê li Kompleksa Nûkleerî ya Îsfehanê tê ragirtin. Pispor balê dikişînin ser wê yekê ku heke di navbera DYA û Îranê de peymanek pêk bê jî, ji bo derxistina van materyalan wê pêdivî bi operasyonên sondajê yên tevlîhev, paqijkirina mayinan û muzakereyên teknîkî yên berfireh hebe.