Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Bibin dengê xwişk û birayên xwe
Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li dijî darvekirinên li Îranê daxuyaniyeke nivîskî û bang mezinkirina kampanyaya #NaJiDarvekirinanRe ya ku li dijî darvekirinên li Îranê pêk tên hatiye destpêkirin, kir.

Rejîma Îranê bi salane ji bo tepisandina civakê darvekirinê wek rêbazeke bi kar tîne. Tevî kampanya û çalakiyên ku li gelek deverên cihanê tên meşandin jî ji dawiya sala 2025an û vir ve Îranê bi dehan kesan bi hincetên cur bi cur darvekiriye.
Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk jî bi daxuyaniyeke bertek nîşanê darvekirinên li Îranê da û bnag kir ku li ser medyaya dijîtal kampanyaya #NaJiDarvekirinanRe were mezinkirin.
Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk di daxuyaniya xwe ya ku li dijî darvekirinan da de bal kişand ser zehmetiyên ku kurdên Rojhilat ji ber rejîma Îranê dibînin û wiha got: “Gelê kurd bi dehan salan e li rojhilatê Kurdistanê bi zext û zordariyeke dijwar re rû bi rû dimine. Li ser erdnigariya Îranê daxwaz û bendewariyên kurdan heta niha tu car nehatine bicihanîn. Lewra çi rejima şah û meleyan, çi rejimên beriya van her du rejiman dema ku mijar dibe kurd, tevger û nêrînan wan jî wekî hevdu dibin. Îro tevî êrişên Devletên Yekbûyî yên Amerîkayê / Îsraîlê û qeyrana aboriyê, Komara Îslamî ya Îranê hê jî kurdên rojhilatê Kurdistanê hedef digire.”
‘Îran agirbestê wek derfet bikartîne’
Însiyatîfê diyarkir ku darvekirin zêde dibin û got: “Bi taybetî, di van rojên agirbestê yên Îran û DYA / Îsraîlê de tê dîtin ku polîtîkayên tepeserkirin, desteserkirin û darvekirinê hatine bilezkirin. Lewra rejima Îranê ku ji ber şer bandora leşkeran a li ser desthilatê zêdetir bûye, pêvajoya agirbestê li hemberî kurd, belûç, ereb, bahaî û kesên azadîxwaz û demokrat wekî firsend bi kar tîne. Tenê li rojhilatê Kurdistanê di nava hefteyekê de 2 ciwanên kurd bê pirs û lêpirsîn hatin kuştin, 5 kes hatin darvekirin û metirsiya darvekirinê li ser 6 girtiyên siyasî didomin. Zêdebûn û bilezbûna van darvekirinên ku di 43yemîn salvegera înfazkirina 59 kurdên Mehabadê de pêk tên wekî tesadûfekê nayê dîtin. Lewra her desthilatdarên zalimkar di heman demê xwediyê bîrekê ne jî. Lê di serî de rojhilatê Kurdistanê, hemû beşên din ên Kurdistanê jî xwediyê bîreke xurt in da ku cardin rastî komkujiyên neyên. Ji ber vê, kîjan parçeyê Kurdistanê dibe bila bibe, li ser her kurdperwerekî ferz e ku xwe bigihînin hawara xwişk û birayên xwe.”
‘Xurtkirina xeta 3yemîn dê deriyê azadiyê vebike’
Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Heta rejima zordar hilneweşê an xwe neguhere dê li ser rojhilatê Kurdistanê her tim metirsî jî bidome. Diyar e ku tevî şer û aloziyan ev rejim dixwaze temenê xwe, bi êrişên li ser kurd û azadîxwazan dirêj bike. Ji ber vê, ji bo gelê kurd hêzên hegemonîk an rejimên statukoparêz û otorîter dê nebin çareseriyeke demokratîk. Em dizanin ku tenê xurtkirina xeta 3yemîn dê deriyê azadiyê ji bo hemû gelên Kurdistanî vebike. Ew jî ancax bi yekîtiya neteweyî û piştevaniyeke kurdistanî girêdayî ye.
Îro di zîndanên rejima zalimkaran de girtiyên siyasî bênavber li ber xwe didin. Li dijî cezayên darvekirinê li 56 girtîgehên rojhilatê Kurdistanê û Îranê rojiya birçîbûnê didome. Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovî yên li Îranê di nava sala 2025an de ji 2 hezarî zêdetir kes, di nava 5 mehên dawîn de 43 girtîyên siyasî hatin darvekirin. Ji ber vê, kampanyaya “Sêşeman Na Ji Darvekirinê Re” 123 hefte ne tên meşandin. Dayikên Aştiyê yên rojhilatê Kurdistanê jî bang li xwişk û birayên xwe û saziyên navneteweyî dikin ku pêşî li darvekirinan were girtin.”
‘Em bibin dengê xwişk û birayên xwe’
Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Em wekî kurdên bakurê Kurdistanê derd û kulên xwişk û birayên xwe di dil û canê xwe de hîs dikin. Beriya her tiştî, banga me li Neteweyên Yekbûyî û Parlamentoya Ewropayê ye ku sekna xwe li dijî cezayên darvekirinê zelal bikin. Divê rejima darvekirinê ya Îranê ji helwesta nediyar a saziyên navneteweyî êdî hêz û cesaret wernegire. Herwiha em bang li welatên ku kurd lê dijîn dikin da ku polîtîkayên xwe yên li Îranê li ser bingeha dijminatiya kurdan ava nekin. Ligel van nêrînan, em bi awayekî tundî polîtîkayên darvekirinê yên Îranê şermezar dikin. Divê rejima darvekirinê bizanibe ku li ku derê dibe bila bibe çavên hemû kurdan li rojhilatê Kurdistanê ne. Ji ber vê, em bang li gelê xwe yê rûmetdar dikin ku li hemberî rojhilatê Kurdistanê xemsar nebin. Lewra tifaqa kurd û Kurdistanê, hêzeke ewqas xurt e ku dikare pêşî li polîtîtikayên qirkirinê bigire û ji me re deriyê azadiyê vebike. Werin em bi hev re îro li ser medyaya civakî bibin dengê xwişk û birayên xwe û bi hev re çalakiya hastagê ya “#NaJiDarvekirinanRe mezintir bikin.”


