Îranê di mehekê de 50 kes bi darve kirin
Rêxistina Mafên Mirovan a HRANAyê diyar kir ku Rejîma Îranê di 30 rojên dawî de, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê herî kêm 50 kes darve kirin û 541 kes girtin. Rejîma Îranê di 2025an de Hezar û 639 kes darve kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANAyê, der barê rêjeya darvekirin, girtin û binpêkirina mafên mirovan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de rapora xwe ya mehane belav kir.
Li gorî raporê, di 30 rojên borî de herî kêm 50 bûyerên darvekirinê hatine tomarkirin ku piraniya wan darvekirina girtiyên siyasî yên çalakiyên nerazîbûnê ne. Hate gotin ku 541 bûyerên girtinê hatine tomarkirin.
Li gorî heman raporê 262 mal û milk jî di bin navê ‘alîkariya bi dijmin re’ hatine desteserkirin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku rewşa girtîgehan xirabtir bûye; 73 bûyerên binpêkirina mafan li dijî girtiyan weke astengkirina çareseriya bijîşkî û veguhestina nediyar a girtiyên siyasî hatine kirin. Li aliyê din hêzên ewlehiyê ji ber gulebarana bêserûber li her du bajarên Îranşar û Kirmanşahê herî kêm 7 welatiyên sivîl û zarokek kuştine.
Di 2025an de Hezar û 639 kes darve kirin
Rejîma Îranê di sala 2025an deherî kêm hezar û 639 kes darvkirin. Li gorî saziyên mafên mirovan li Îranê di 2025an de herî kêm hezar û 639 kes hatin darvekirin. Li gorî raporan, piştî şerê Amerîka-îsraîlê ya li dijî Îranê, rejîma Îranê bêtir mirov bi darve kirine.

