Remzî Kartal: Ji her demê bêtir pêdivî bi yekîtiyê heye

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal di civîna gel li Gotzisê de diyar kir ku ji her demê bêtir hewceyiya gelê Kurd bi yekîtî û aştiyê heye.

1 deqe xwendin
Remzî Kartal: Ji her demê bêtir pêdivî bi yekîtiyê heye

Li bajarê Gotsiz ê eyaleta Vorarlberg a Awûstûryayê, li Komeleya Çandî ya Sara civîna gel hat lidarxistin. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal beşdarî civînê bû. Di civînê de pêvajoya ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, pêşketinên dawî yên li Rojhilata Navîn û rola ku gelê kurd hatin nîqaşkirin.

 Xeta sêyemîn dîrokî ye 

 Remzî Kartal diyar kir ku Rojhilata Navîn di serdemeke ku ji nû ve tê teşedayîn de derbas dibe û  ji her demê bêtir hewceyiya gelê Kurd bi yekîtî û aştiyê heye. Remzî Kartal anî ziman ku ji bo kurdan siyaseta sêyemîn xwedî girîngiyeke dîrokî ye û diyar kir ku yek ji armancên sereke yên hêzên hegemonîk ew e ku Rojava ji Tevgera Azadiya Kurd û siyaseta Kurd qut bikin û wiha got: "Berxwedana gelê Rojava û kurdên li çar aliyê cîhanê van planan têk birin. Hêzên hegemonîk dibînin ku kurd hîn jî li ser piyan in."

‘Kurd êdî xwedî zanîn û rêxistin in’ 

Remzî Kartal destnîşan kir ku gelê kurd niha gihîştiye hêzek siyasî ku dikare mudaxeleyî pêşketinan bike û ji berê bêtir di rewşa rêxistinkirî û polîtîk de ne. Kartal li ser avaniya siyasî ya li Başûrê Kurdistanê jî rawestiya û diyar kir ku bi salan e modelek hikûmeta hevpar nehatiye avakirin û hewl dan heman modelê li Rojava jî biceribînin lê bi saya berxwedana gel ev yek hat astengkirin.

 Remzî Kartal da zanîn ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin dê bidome û bi ser bikeve û wiha lê zêde kir: “Dewlet jî ji encamên têkçûna pêvajoyê haydar e. Ji bo ku pêvajo mayînde bibe hewceyî bi sererastkirinên destûrî û qanûnî hene. Ji bo têkoşîna çekdarî derbasî siyasetê bibe û pêwîstî bi bingeha hiqûqî ku pêşiya wê veke heye. Kartal bi bîr xist ku berî meclis bikeve betlaneyê dibe ku derbarê pêvajoyê de hin sererastkirinên qanûnî  bikevin rojevê û destnîşan kir ku dewletê hîn pêşnûmeyek şênber pêşkêş nekiriye.

 ‘Dixwazin kurdan bişkînin’ 

Remzî Kartal qala polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên li dijî tevgera kurd kir û destnîşan kir ku hêzên navneteweyî bi salan e polîtîkayên ku kurdan hedef digirin dimeşînin. Remzî Kartal wiha got: "Armanca pênasekirina PKKê wekî rêxistinek terorîst ne tenê PKK bû. Armanca rastîn ew bû ku Kurdan krîmînalîze bikin û wan li hember polîtîkayên dewleta tirk tenê bihêlin."

 Civîn piştî nirxandinên li ser pêvajoya ji nû ya avakirinê û pêşketinên heyî bi dawî bû.