Kujerên diyar: Çawîşên pispor

Di salên 1990î de endamên JÎTEMê mirov dikuştin û serbest digeriyan. Niha çawîşên pispor mirovan dikujin û serbest digerin. Herî dawî Çawişê pispor Mûsa Gezer 4 kes kuştin.

1 deqe xwendin
Kujerên diyar: Çawîşên pispor

Li Taxa Beşevlerê ya ser bi navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê çawişê pispor Mûsa Gezer, bi çekê êrîş endamên malbata jina ku pêre zewicî bû kir. Mûsa Gezer di êrîşê de jina ku pê re zewicî bû Gulşen Gezer, dayik Habîbe Demîr, bira Gurkan Demîr û xwişk Denîz Demîr kuşt. Hat ragihandin ku çawişê pispor Mûsa Gezer ê ku tê diyarkirin êrîş pêk aniye jî di dema bûyerê de bi giranî birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyê.

Dikujin û piştre têne berdan

Di gulana 2026an de çawişê pispor Murat Ç., li taxa Dogukan a Xarpêtê jina bi navê Derya Ç., ya ku pêre zewicî bû kuşt.

Di Gulana 2025an de Çawîşê Pispor Emre S. li gundê Hoserê yê Cizîrê welatiya bi navê Ayşe Coşkun kuşt. 

Di 2025an de Çawişê pispor Selman Kuçuk (29) li navçeya Qaxizmanê ya Qersê welatiyê bi navê Yakup Aydin (32) kuşt. 

Di 2024an  li navçeya Seyhana Edeneyê êrîşkarê bi navê Gokhan Çelîk Hatîce Çelîk a ku pê re zewicî bû bi çekê kuşt. 

Di 2023an de li navçeya Golcukê ya Kocaeliyê, çawîşekî pispor ê malnişîn Nevzat A., hevjîna xwe û keç û kurê xwe kuşt. 

Çawîşê Pispor Musa Orhan bûbû sedema kuştina Îpek Er a 18 salî. Piştre serbest hate berdan. Piranî kujer piştî demekê serbest hatin berdan.