Îranê êrişî kampa PDK-Î ya li Soran kir
Muxafizên Şoreşê yên Îranê careke din êriş birin ser baregeha pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) ya li Dola Akoyanê.

Li gorî agahiyan Muxafizên Şoreşê yên Îranê bi du droneyan êriş birin ser kampa pêşmergeyên Hizba Demokrat ya Kurdistanê ya Îran, ya li Dola Akoyan ya ser bi Îdareya Soran ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê kiriye.
Medya hizba demokrat jî êrişî piştrast kir û ragihand ku di encama êrişê ti ziyanek çênebûye.
Hêjayî gotinê ye doh bi şev jî bi dronên xwekuj êrişî Kampa Zewî Spî ya malbatên Hizba Demokrat ya li sînorê navçeya Koye ya girêdayî Parêzgeha Hewlêrê hatibû kirin.


