Îranê gef li rêveberiya Kurdistanê xwar

Endamê Konseya Parastinê ya Îranê Elî Ekber Ahmediyan, gef li rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê xwar.

1 deqe xwendin
Îranê gef li rêveberiya Kurdistanê xwar

Endamê Konseya Parastinê ya Îranê Elî Ekber Ahmediyan, gef li rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê xwar. Ahmediyan di peyama xwe diyar kir ku ger partiyên kurdên Rojhilatî ji sînor derbas bikin, dê hemû binesazî û sazî bibin hedef û got: “Em dost û birayên xwe yên li Herêma Kurdistanê re dibêjin; heta niha tenê baregehên DYA, Îsraîl û komên cudaxwaz ên li herêmê bûne hedef.” 

‘Dê êrişên berfireh bên destpêkirin’

Ahmediyan anî ziman ku dê berfireh bin û ev tişt destnîşan kir: “Lêbelê ger ev kom bikevin sînorên Îranê, dê hemû sazî û tesîsên Herêma Kurdistanê bibin hedef. Derbasbûna endamên partiyên kurd, dê wek ‘piştgiriya tam’ a Herêma Kurdistanê bê nirxandin. Di rewşekî wiha de dê êriş berfireh bibin û piştgiriyên dostane yê Îranê ya ji bo Herêma Kurdistanê dê bi dawî bibe.”