Îranê seroka Eniya Reformê Azer Mansurî binçav kir

Seroka Eniya Reformê Azer Mansurî li Îranê bi îdiya ‘helwesta li dijî destûra bingehîn’ hat binçavkirin.

1 deqe xwendin
Îranê seroka Eniya Reformê Azer Mansurî binçav kir

Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê, seroka Eniya Reformê Azer Mansurî binçav kir. Li gorî nûçeya di çapemeniya Îranê de hatiye parvekirin; rayedaran bi îdiaya ‘helwesta li dijî destûra bingehîn’ der heqê Azer Mansurî de lêpirsîn daye destpêkirin û di vê çarçoveyê de hatiye binçavkirin. Artêşa Muhafizên Şoreşê, serokê Komîteya Siyasî ya Eniya Reformê Îbrahîm Asgerzade û ji endamên esil ê eniyê Muhsen Emînzade jî ji heman dosyayê binçav kir.

Rayedarên Îranê îdiaya ‘xebatên li dijî destûra bingehîn û propagandaya dijmin’ weke hinceta binçavkirinê nîşan dan. 

Azer Mansurî, piştî îstîfaya lîderê Eniya Reformê Behzad Nebevî bûbû seroka giştî ya eniyê.