Iraqê bi daxuyaniyeke piştgirî da peymana li Rojava

Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew pêşwazî li lihevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de dike.

1 deqe xwendin
Iraqê bi daxuyaniyeke piştgirî da peymana li Rojava

Daxuyanî û piştgiriyên ji bo peymana di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ku di 30ê çileyê de pêk hatibû berdewam dikin.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê der barê lihevkirina di navbera HSDê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de lihevkirin bi erênî hat pêşwazîkirin û wiha hat gotin: “Lihevkirin nûnertiya pêngavek erênî dike, wê ev yek bandorê xwe li hemû guftugo û lihevkirinên di navbera hemû aliyên Sûriyeyê de bike. Mîsogerkirina parastina mafên hemû pêkhateyan ya di nava saziyên dewletê de û li ser bingeha hemwelatîbûn û jiyanek aştiyane gelek girîng e.”

Wezaretê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew girêdayî piştgiriya ewlekarî û aramiya li heremê û çareseriya siyasî ne, ji ber ku şer tenê dibe sedema qurbaniyan û got: “Lihevkirin yekgirtina saziyên Îdareya Rêveberiya Xweser bi saziyên Sûriyeyê re mîsoger dike. Ev yek jî aramiyê bihêz dike û piştgiriyê dide pêvajoya çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê.”