Îro kurd ji bo çarenûsa cîhanê têdikoşin

Rojava! Li ev parçeyê herî biçûk ê Kurdistan a mezin, çi bû û çi nebû.

1 deqe xwendin
Îro kurd ji bo çarenûsa cîhanê têdikoşin

Rojava! Li ev parçeyê herî biçûk ê Kurdistan a mezin, çi bû û çi nebû. Kurd di bin batonan de bi saxî hatin qetilkirin, bi saxî û tevî birînên wan ên giran bi erdê re hatin kaşkirin, tevî birîndariyê di jêrzemînan de hatin şewitandin, bi kîmyesalê şewitandin û ji balafirê bi saxî avêtin. Termên dayikên me di bin baranê de li kolanê hatin hiştin û di enfalan re derbas bûn. Gundên wan hatin şewitandin, hatin sirgunkirin û xwestin bajaran ji kurdan vala bikin û li erdîngariya kurdan tirk-ereb bi cih bikin. Çi kirin û nekirin kurd neqediyan û neqeliyan jî! Li her cihê ku xwîna wan rijiyaye kurdek din ên serhildêr jiyîn. Kurd jîn dibin! Lê tenê ew kurdên serhildêr ê ku îxanetê napejirînin jiyan û jiyana xwe bi hûrguliyên berxwedan, têkoşîn, serînetewandin, afirandina jiyaneke azad û birûmet ji bo gelê xwe, xemilandin. Kurd îro dibin du beş. Beşeke kurdîtiya xwe ji bo xizmeta dijminên xwe û beşa herî mezin ji bo jiyaneke azad û birûmet ji bo doz û gelê xwe têdikoşe. Kurdên li Rojava biryara

Nûçeyên Eleqedar