Îsraîl êrişê Îranê kir
Îsraîl vê sibehê ragihand ku wan êrişê peytaxta Îranê kiriye

Demeke dirêj e di navbera Îran û Îsraîlê de şereke sar berdewam dikir û îdiayên êrişan di rojeva cîhanê de bû. Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yîsrael Karz bi daxuyaniyeke ragihand ku Îsraîlê li dijî Îranê êriş daye destpêkirin.
Piştî daxuyaniya Yîsrael Karz çapemeniya Îranê ragihand ku li Tahranê teqîn pêkhatine. Heta niha nayê zanîn teqînên pêk ahtine encamên çawa bi xwe re anîne.


