Îsraîl li Xezayê rêveberiya Filistînê qebûl nake
Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamin Netanyahu bi nûnerê taybet ê Rojhilata Navîn ê serokê DYAyê Donald Trump, Steve Witkoff re li Qudsê hevdîtin kir.

Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamin Netanyahu bi nûnerê taybet ê Rojhilata Navîn ê serokê DYAyê Donald Trump, Steve Witkoff re li Qudsê hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê ji aliyê ofîsa Netanyahu ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heta Hamas bêçek neyê hiştin, Xeze ji leşkeran neyê paqijkirin û armancên şer ên Îsraîlê temam nebin, herêm jinûve nayê avakirin.
Li gorî plana rêveberiya Trump a li ser Xezeyê, tê pêşbînîkirin ku herêm bi rengekî demkî ji aliyê “Komîteya Rêveberiya Neteweyî ya Xezeyê” ve wê were îdarekirin ku ev komîte ji 15 teknokratên filistînî pêk tê.
Ev çêker, wê girêdayî “Konseya Aştiyê” ya di bin serokatiya Trump de be. Ev plan Hamas û komên din ên çekdar ên filistînî nagire nava xwe. Rola Rêveberiya Fîlîstînê jî girêdayî şertê reformê hatiye kirin.
Ofîsa Netanyahu got, ew ê ti têkiliya bi Rêveberiya Filistînê re qebûl nekin. Li aliyê din Îsraîl û Hamas têkildarî binpêkirina agirbestê sûcdarkirina hevdû didomînin. Tê ragihandin ku li Xezeyê rewşa mirovî giran e.


