Îsraîlê gef li Lubnanê xwar

Îsraîlê gef li Lubnanê xwar: Hîzbûllah neyê bêçekirin wê xaka xwe ji dest bide

1 deqe xwendin
Îsraîlê gef li Lubnanê xwar

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz gef xwar ku eger Hîzbûllah neyê bêçekkirin wê Lubnan "xakê ji dest bide û binesaziya wê hilweşe."

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz hikumeta Lubnanê sûcdar kir ku di mijara bêçekkirina Hîzbûllahê de sozên xwe bi cih neaniye û got, di rewşeke berevajî de wê li encameke giran rast bê.

Li gorî rojnameya Haaretz a Îsraîlê, Katz got, "Hikumeta Hîzbûllahê soza xwe ya ji bo bêçekkirina Hîzbûllahê bi cih neanî û gel xapand. Heta ku ev berpirsyarî bi cih bê anîn, Lubnan wê berdêlê bide."

Katz anî ziman ku ev yek dikare bê wateya "windakirina xakê û hilweşîna binesaziya sivîl."

Îsraîl êrişan berfireh dike

Daxuyaniya Katz piştî ku artêşa Îsraîlê ragihand ku pirek li ser çemê Litani hatiye hilweşandin, hate dayin. Artêşa Îsraîlê îdîa kir ku pir ji bo endamên Hîzbûllahê nuqteyeke girîng a derbasbûnê bû.

Pir a navborî avaniya destpêkê ya binesaziya dewletê bû ku di êrişên dawî yên Îsraîlê de hilweşiya.

Katz her wiha ragihand ku êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê hîn di qonaxa destpêkê de ne û got, "Em hîn di destpêka rêwîtiyê de ne."

Ji bo başûrê lubnanê banga veguhestinê

Artêşa Îsraîlê roja Pêncşemê diyar kiribû ku wan ferman wergirtine ku operasyonan berfireh bikin û ji xeta sînor heta bi Çemê Zahraniyê banga valakirina beşeke mezin a Başûrê Lubnanê kiribû.

400 hedef hatin bombekirin

Artêşa Îsraîlê her wiha bîlançoya operasyonên bejahî yên li Başûrê Lubnanê eşkere kir.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser hesabê Xê daxuyanî da û diyar kir ku 400 hedef hatin bombekirin.

Kuştî û koça mezin

Li gorî daneyên fermî, ji 2ê Adarê û vir ve di êrişên Îsraîlê de yên li ser Lubnanê hatin kirin, herî kêm 687 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber êrişan nêzî 800 hezar kes ji cih û warê xwe bûn.