Îsraîlê li Lubnanê xizmetkarê tenduristiye kuşt
Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê ambulansek bombebaran kir. Di êrîşê de xebatkarekî tenduristiyê û birîndarek hate kuştin.

Artêşa Îsraîlê li derdora nexweşxaneya Bint Cibêl a başûrê Lubnanê ambulanseke Desteya Tenduristiyê ya Îslamî bombebaran kir. Li gorî çavkaniyên xwecih, di bombebaranê de xebatkarekî tenduristiyê û birîndarek hatin kuştin. Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA) jî ragihand ku balafirek şer a Îsraîlê li bajarokê Dêr Kêfayê navenda Parastina Sivîl a girêdayî heman desteyê kir hedef. Lê zerarên canî çênebûn.


