Îsraîlê û Îran êrişên xwe berfireh dikin
Di roja 13emîn a şerê li Îranê de Îsraîlê êrişeke din a berfireh da destpêkirin. Îranê jî ragihand ku li navendên leşkerî û ewlekariya hundirîn ên Îsraîlê û keştiyeke DYAyê ya li Kendavê xistiye.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku li hemberî Îranê wan dest bi êrişên hewayî yên nû yên berfireh kirine. Di daxuyaniya artêşê de hat gotin, li seranserê Îranê ‘binesaziya rejîmê’ bûye hedef.
Artêşa Îsraîlê (Tsahal) ragihand ku di çarçoveya operasyonê de li nuqteyên stratejîk û leşkerî yên Îranê hatiye xistin.
Baregeha komeke çekdar a nêzî Îranê ya li Iraqê bû hedefa êrişa hewayî. Di encamê de herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 10 kes jî birîndar bûn.
Li gorî du rayedarên ewlekariyê yên Iraqî ku ji AFPê re axivîn, baregeke alîgirê Îranê ku di lîsteya rêxistinên terorê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de ye, bûye hedef. Di encama êrişê de baregeh di asteke bilind de hat xisar dît.
Rayedaran gotin tîmên rizgarkirinê ber bi cihê bûyerê ve hatin şandin. Hat ragihandin ku hejmara qurbaniyan dibe ku zêde bibe.
Artêşa Îranê jî ragihand ku li hemberî Îsraîlê êriş kiriye. Di daxuyaniya televîzyona dewletê ya Îranê de hat gotin, baregehên hewayî yên Ovda û Palmachim û baregeha servîsa ewlekariya hundirîn Shin Bet ên Îsraîlê bi balafirên bêmirov hatin bombekirin.
Muxafizên Şoreşê: Me li Kendavê li keştiyeke DYAyê xist
Muxafizên Şoreşê yên Îranê gotin, li bakurê Kendavê li keştiyeke bi ala Giravên Marshalê xistine.
Di daxuyaniyê de hat îdîakirin ku keştiya bi navê ‘Safesa’ ya artêşa DYAyê bû û ji ber ku li gel hişyariyan rêya xwe neguhert, bû hedef.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji Îranê fuzeyên nû ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin. Piştî vê yekê li Qûdsê dengê sîrenê êrişa hewayî hate bihîstin û dengê teqînan ji ezmanan hat.
Hate gotin, sîstemên parastina hewayî yên Îsraîlê ji bo astengkirina fuzeyan ketin dewrê.
Şer bandoreke giran li Kendavê jî dike. Rayedarên Kûweytê diyar kirin ku bi droneyan çend caran êriş li balafirgeha navneteweyî ya li paytextê hatiye kirin.
Rayedaran diyar kirin ji ber êrişê tenê xisara madî bû, tiştek bi kesî nehat.


