IWA ji bo pişgiriya jinên li Rojava bang kir
Rêxistina IWA ya Ewropayê bi daxuyaniyekê banga parastina şoreşa jinan a li Rojava li tevahiya jinên li seranserê cîhanê kir.

Rêxistina Îtîfaqa Jinan a Navneteweyî (IWA) ya Ewropayê, bi daxuyaniyekê hevgirtina xwe ya bi jinên Rojava û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re ragihand.
IWAyê, destnîşan kir ku armanca êrişên ku di 6ê çileyê de dest pê kirine demokrasiya bingehîne û hat gotin armanca van êrişan ji holê rakirina azadiya jinan e û ferzkirina rejîmeke navendî û baviksalarî ya nû ye. Di daxuyaniyê de, hat gotin ku êriş ji aliyê hêzên Colanî ve bi piştgiriya Tirkiyeyê hatine kirin û hat destnîşan kirin ku ev êrîiş bêyî erêkirina hêzên navneteweyî yên wekî DYA, Keyaniya Yekbûyî, Îsraîl û Tirkiyeyê ne pêkan bû. IWAyê, herwiha da zanîn ku berpirsiyariya sermayeya navneteweyî, şîrketên gaza xwezayî û petrolê, bazirganên çekan û aktorên aborî di van êrişan de heye.
IWAyê, destnîşan kir ku armanca herî sereke ya vî şerî jin in û ev tişt gotin, “Şervanên jin hatin înfazkirin û cenazeyên wan hatin texrîbkirin. Jinên ku hatin dîlgirtin hatin kuştin, winda bûn û wekî xenîmet hatin nîşandan. Keziyên hatine birîn wekî sembola serdestiyê di merasîman de hatin nîşandan. Peykerên jinên berxwedêr hatin xistin. Ev kiryarên terorîstî ne ku armanca wê ji holê rakirina bîr û siberoja azadiya jinan e.”
IWAyê, ji bo parastina şoreşa jinan banga seferberiya berdewam li tevahiya jinên li seranserê cîhanê, rêxistinên femînîst, sendîkavan, rêxistinên şoreşgerî û hemû hêzên li dijî emperyalîzmê kir. IWAyê destnîşan kir ku divê her kes li dijî rewabûn, fînansekirin û hevkariya bi hemû hêzên ku êrişê Rojava dikin derkevin û ev tişt gotin: “Piştgirî bidin jinên ku li qadê li ber xwe didin, ew ne qurbanî ne. Berevajî ew şoreşger in!”


