Ji 70 parlementer û Lordan banga ji bo Rojava

Ji Partiya Karker heta bi Muxafazakaran zêdeyî 70 parlamenter û Lordan name ji Wezîra Karên Derve Yvette Cooper re şandin û diyar kirin ku pêwîstiya gelê kurd ê li Rojava bi lezgînî bi parastinê heye û divê hikumet tavilê bikeve nava liv û tevgerê.

1 deqe xwendin
Ji 70 parlementer û Lordan banga ji bo Rojava

Li Îngilistanê ji Partiya Karker a li desthilatdariyê heta bi Partiya Muxafazakar a li muxalefeta bingehîn ji gelek partiyan zêdeyî 70 parlamenter û Lordan nameyek ji Wezîra Karên Derve ya Îngilistanê Yvette Cooper re şandin û diyar kirin ku li ser gelê kurd ê li Rojava gefeke tundiyê ya nêz û rasteqîn heye. Di nameyê de ji hikumetê hate xwestin ku ji bo kurdan tavilê bikeve nava liv û tevgerê. Parlamenter û Lordan gotin, "Ev welat minetdarê gelek jin û mêr ên kurd e ku bi salan li dijî terora DAIŞê bi wêrekî li ber xwe dan. Gavên ku di vê dema zehmet de bêne avêtin wê bibe bersiva herî kêm a vî deynê wan ê li me."

Ji partiyên siyasî yên li Îngilistan, Îrlanda Bakur, Wales û Skoçyayê yên Qraliyeta Yekbûyî zêdeyî 70 parlamenter, Lord û kesayetan têkildarî êrişên li ser Rojava, fikar û daxwazan nameyek ji Wezîra Karên Derve ya Îngilistanê Yvette Cooper re nameyek şandin.

Ji Partiya Karker (Labour) a li desthilatdariyê, ji Muxafazakaran (Conservative) a muxalefeta bingehîn, Demokratên Lîberal, Plaid Cymru ya ji Walesê, Scottish National Party (SNP) a ji Skoçyayê, Partiya Keskan (Green Party), Democratic unionist Party (DUP) û Sinn Fein a ji Îrlanda Bakur gelek parlamenter û Lordan mohra xwe danîn binê nameyê.

Di nameyê de hate gotin, "Em weke koma ji parlamenter û Lordan a di ser partiyan re ji we re dinivîsînin; ji ber ku civaka kurd bi gefeke rasteqîn û nêz a tundiyê re rû bi rû ye. Em ji ber rewşa ewlekariyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fikar in ku bi lez nebaş dibe."

Di nameyê de hate ragihandin ku ji ber êrişên li ser HSDê bi sed hezaran mirov koçber bûn û hate gotin, "Çend rojên dawî, piştî vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên cîhana rojava piştgiriya wan dike, hêzên ser bi Serokkomar Ahmed el-Şaraa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandor û hêza xwe zêde kir. Li gorî raporên cihê baweriyê, li ser sivîlan rîskeke cidî heye; rayedarên xwecihî diyar dikin ku zêdeyî 150 hezar kes ji cih û warê xwe bûne. Meqamên Sûriyeyê jî piştrast kirin ku li gel hişyariyên têkildarî cebilxaneyên neteqiyayî û mayinan bi hezaran sivîl ji herêmê reviyan."

Di nameyê de işaret bi êrişên rêxistinên cîhadîst ên di lîsteya pêkanînan a Îngilistanê de ne yên li hemberî HSDê hate kirin û hate gotin, "Vekişîna HSDê weke bersiva li êrişên hêzên Hikumeta Sûriyeyê ya yekser pêk hat; di nava van hêzan de yekîneyên yekser têkiliya xwe bi Heyet Tehrîr El Şam re heye, hene. Ev jî Tumena Hamza, Tumena Sûltan Mûrad û Tumena Sûltan Suleyman Şah e û ji ber rola van a di êrişên li hemberî sivîlan de ketine ber rejîma pêkanînê ya Qraliyeta Yekbûyî."

Parlamenter û Lordên Qraliya Yekbûyî diyar kirin ku rîsk heye, tundiya heyî hîn bêhtir zerarê bide sivîlên bêguneh û nifûsa kurdan a xwecihî.

Di dewama nameyê de işaret bi vekişîna HSDê ji Kampa Holê hate kirin û hate gotin, "Li vê kampê malbatên têkildarî DAIŞê dihatin ragirtin û vekişîn ji ber bombardûmanê û êrişên hêzên Hikumeta Sûriyeyê pêk hat. Bi heman rengî HSD neçar ma ku xwe ji Kampa El Şeddadê jî vekişîne ku nêzî 2 hezar şervanên DAIŞê lê dihatin ragirtin. Ev yek têkildarî paşeroja şervanên DAIŞê û ewlekariya herêmî û neteweyî bû cihê fikaran."

Di nameyê de hate ragihandin ku kurd yek ji mutefîkên herî xurt ên Qraliyeta Yekbûyî ye û hate gotin, "Dema ku mirov biryardariya kurdan a awarte ya ji bo têkbirina DAIŞê ya li Sûriyeyê li ber çavan bigirin, wê bê dîtin ku Qraliyeta Yekbûyî xwedî wê berpirsyariyê ye ku piştgiriyê bide kurdan."

Di nameyê de hate destnîşankirin ku bûyerên diqewimin tenê bi daxuyaniyên têkildarî fikaran nikare ji holê bê rakirin û hate gotin, divê Qraliyeta Yekbûyî li gel hevkarên xwe yên herêmî û navneteweyî ji bo parastina gelê kurd ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çareseriyeke demdirêj û mayinde bersiveke bi lez bide û bi biryardarî vî karî koordîne bike.

Parlamenter û Lordan bi lezgînî ev daxwaz kirin:

Li hemberî tundiya li sivîlan sekneke zelal bê nîşandan û piştgirî ji çareseriyeke siyasî ya demdirêj re bê dayin ku hurmetê nîşanî mafên hindikahiyên li Sûriyeyê dide.

Nirxandina bicihanîna pêkanînên li ser kes û saziyên ji tundiya li hemberî sivîlan berpirsyar in.

Ji bo pêşîgirtina li bilindbûna rageşiya leşkerî û ji bo parastina sivîlan bi hevalbendên herêmî û navneteweyî re hewldanên dîplomatîk bêne zêdekirin. 

Alîkariya mirovî ya têrker ji civakên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bê şandin û ev alîkarî bi rengekî ewle radestî herêmê bê kirin."

Parlamenter û Lordên ku mohra xwe danîne binê nameyê:

Partiya Karker (Labour Party)
Luke Akehurst MP
Dr Rosena Allin-Khan MP
Dr Scott Arthur MP
Richard Baker MP
Alex Ballinger MP
Chris Bloore MP
Dawn Butler MP
Maureen Burke MP
Ruth Cadbury MP
Sarah Champion MP
Bambos Charalambous MP
Feryal Clark MP
Dr Beccy Cooper MP
Stella Creasy MP
Jim Dickson MP
Mary Kelly Foy MP
Daniel Francis MP
Terry Jermy MP
Kim Johnson MP
Peter Lamb MP
Siobhain McDonagh MP
John McDonnell MP
Navendu Mishra MP
Grahame Morris MP
Chi Onwurah MP
Kate Osborne MP
Toby Perkins MP
Marie Rimmer MP
Oliver Ryan MP
Sarah Smith MP
Alex Sobel MP
Kirsteen Sullivan MP
Henry Tufnell MP
Derek Twigg MP
Chris Webb MP
Nadia Whittome MP
Sean Woodcock MP

Muhafazakâr Parti (Conservative Party)
Gavin Williamson MP

Liberal Demokratlar (Liberal Democrats)
Daisy Cooper MP
Steve Darling MP
Andrew George MP
Ian Sollom MP

Yeşiller Partisi (Green Party)
Sian Berry MP
Carla Denyer MP
Adrian Ramsey MP
Baroness Bennett of Manor Castle
Baroness Jones of Moulsecoomb

İskoç Ulusal Partisi (SNP)
Chris Law MP
Noah Law MP

Plaid Cymru
Ben Lake MP
Llinos Medi MP
Liz Saville Roberts MP

Demokratik Birlik Partisi (DUP)
Jim Shannon MP
Baroness Foster of Aghadrumsee
Lord Elliott of Mickle Fell

Sinn Féin
Brendan O’Hara MP

Lordlar Kamarası üyeleri
Lord Alton of Liverpool
Baroness Carberry
Lord Cashman
Lord Doyle
Baroness Goudie
Lord Hain
Lord Hendy
Lord Khan of Burnley
Lord Kinnock
Lord Mann
Lord Moraes
Lord Moynihan
Lord Ranger
Lord Singh of Wimbledon