Ji AKPê gavên şênber

Ji hikûmeta AKPê di 6 mehên borî de çend gavên şênber. Gel çi dixwaze, hikûmeta AKP-MHPê çawa fam dike? Di daneyên jêr de gavên şênber ên AKPê balkêş in.

1 deqe xwendin
Ji AKPê gavên şênber

Pêvajoyek hatiye destpêkirin. Ev pêvajo di navbera du aliyan de ye. Aliyekî pêvajoyê dewlet e, aliyê din gelê kurd e. Li ser navê dewletê hikûmeta AKP-MHPê muxatab e. Li ser navê gelê kurd û Tevgera Azadiyê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan muxatab û sermuzakerevan e.  Ji bo çareserî pêş bikeve herdu alî jî hemfikirin ku dualî gav bên avêtin. Dewlet Bahçelî jî got ‘Çûk bi baskekî nikare bifire.’ Dema em li helwesta aliyan dinere, kê çi gavên şênber avêtiye xuya dike. Ji banga  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta niha Tevgera Azadiyê gelek gavên ku ketin rojeva hemû cîhanê avêt. 

Li aliyê din dewletê ji bo daxwazên kurdan çi gav  avêt? Gelek kes dibêjin hikûmet gavên şênber navêje. Lê em li çend mehên borî dinerin, em dibînin dageha ku fermanê ji AKPê distîne gelek gavên şênber avêtine. Lê dijberî daxwazên kurdan û li dijî çareseriyê gav avêtine. Dibe ku gelek kes meraq bikin û bêjin ‘Ka ev çi gav in?’ Lê eger hûn heta dawî vê gotarê bixwînin, hûnê van gavan bibînin:  

Gava 1emîn: Ji Adarê heta Hezîranê dadgehê li aktîvîstên TJAyê, hevşaredar, rojnameger û dayikên aştiyê ceza birîn. Li saziyên kurdan ceza birî û darizandina siyasetmedaran berdewam kir. 

Gava 2yemîn: Diviya bû di serî de girtiyên nexweş bihatina berdan. Lê heta niha yek girtiyê nexweş jî nehatiye berdan. 

Gava 3yemîn: Diviya bû hemû girtiyên siyasî bihatina berdan. Lê gelek girtiyên siyasî cezayê wan hat dirêjkirin û piştre hatin berdan. Hêj bi hezaran girtiyên li benda berdanê ne hene. 

Gava 4emîn: Diviya bû piştî Komîsyona li Meclisê zagonên peymana civakî ku hemû mafan diparêze bihatina amadekirin. Lê heta niha tu qanûn û zagon nehatine amadekirin. 

Gava 5emîn: Diviya bû li ser banga Serokê MHPê Dewlet Bahçelî, di serî de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê bihata qebûlkirin. Lê li ruxmê Konseya Ewropa û DMMEyê dem da Tirkiye jî heta niha ji bo Mafê Hêviyê tu zagon rast nekirine. 

Gava 6emîn; Hîn qedexeya li ser zimanê kurdî didome. 

Gava 7emîn: Talankirina xwezayê berdewam dike. 

Gava 8emîn: Şaredariyên ku qeyûm tayînî wan kirine, hîn ji aliyê qeyûm ve têne rêvebirin.

Gava 9emîn: Li Şirnex, Wan û Colemêrgê walatî nikarin vegerin gundê xwe û di kontrola leşkeran re derbas dibin. 

Û 

Gavên şênbertir ku AKP-MHPê di mehên dawî de avêtine wiha ne: 

19 Hezîran: Dadgeha Bilind cezayê ku 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê li Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan hatibû birîn erê kir û 19 sal û 6 meh ceza birî.

9 Hezîran: Derbarê rojnameger Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan de biryara beraetê hate dayîn û li rojnameger Erdogan Alayamut jî bi hinceta “propagandayê rêxistinê kiriye” salek û 3 meh ceza hate birîn.

14 Gulan: 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê li rojnameger Reyhan Hacioglu bi îdîaya “alîkarî û piştgiriya rêxistinê” 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê birî.

13 Gulan: Dadgehê bi boneya tev li çalakiya “Nobeda Edaletê” bûne ceza li Cemîle Karakaş, Fincê Akman û Cemîle Çîftçî birî. Li her yekê 5 meh cezayê hepsê hate birîn. Di sala 2022yan de li Stenbolê ji bo îşkence û zextên di girtîgehan de Kumrî Akgul, Fincê Akman, Gulsum Ozturk, Cemîle Çîftçî, Cemîle Karakaş û Zeynap Çalhan 11 mehan, her hefteyê tev li çalakiya “Nobeda Edaletê” ku dihat lidarxistin, bûbûn. Salek berê 6 meh cezayê hepsê li Cemîle Karakaş, Fincê Akman û Cemîlê Çîftçî hatibû birîn û parêzer îtîraz kiribû. Di 13ê Gulanê de Dadgehê careke din li Cemîle Karakaş, Fincê Akman û Cemîle Çîftçî li her dayikekê 5 meh ceza birî. 

29 Nîsan: 1yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ku qeyim tayînî cîhê wî hatiye kirin, 19 sal û 6 meh ceza birî.

27 Adar: Li Komeleya Çand û Zimanê Kurdî ya ARSÎSAyê ku li navçeya Erdîşê ya Wanê hîndekariya Kurdî dike, bi hinceta “perwerdehiya bêdestûr daye” 400 hezar lîre ceza hat birîn.

6 sibat: Dadgehê li navçeya Hezexê ya Şirnexê di çarçoveye dozeke ku 10 sal berê hatiye vekirin de derbarê 13 sîyasetmedar û hevşaredaran de 96 sal û 3 meh cezayê hefsê birî. 2 kes ji heman dozê bereat kirîn.

22 Çile: Dadgeha 9emîn ya Amedê, li Rojnameger Serdar Altan, bi hinceta parvekirinên li ser Xê, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” kiriye salek û 6 meh cezayê girtîgehê lê birî.

6 Çile: 14emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Mêrsînê, bi îdiaya “Heqaret li serokkomar kiriye” salek û 5 meh û 15 roj cezayê hepsê li Selahattîn Demîrtaş birî. Dadgehê bi hinceta axaftinên di navbera salên 2015-2016an de kiriye, ceza birî.