Ger ne wisa ba, dê ne wiha ba!

Mînakên cîhanê û yên li welat ev piştrast kiriye ku bêyî xebat û bedel tiştek nayê standin. Divê piştî van gotinên mezin, endam û pêşengên van platforman bikevin her kolan û bajaran û dest bi xebatan bikin.

1 deqe xwendin
Ger ne wisa ba, dê ne wiha ba!

Ji bo yekgirtina her kom an jî neteweyê, şêwirîn û nîqaşên awayê yekgirtinê di destpêka xebatan de tên kirin, da ku rêzikname yan jî pîvanên meşandina xebatan zelal be. Di dîrokê de gelek şoreş an jî dijbertiya şoreşan jî bi vî awayî kom bûne û gelek ji wan gihane encamê jî. Ev rêbazeke bivênevê ye. Ger ne wisa be, hewcedariya civakê pê hebe jî lê rê û rêbazên guherînê neyên zelalkirin, hêza civakê ya heyî jî bê bersiv dimîne û paşê bi demê re têk diçe. Lewra însiyatîf, platform, konferans an jî kongre hwd. ji bo damezrandina awayeke nû ya jiyanê girîngiyên xwe hene. Bi vê girîngiyê re, kes an jî komên van karan datînin pêşiya xwe, divê li gorî vê girîngiyê tevbigerin û li gorî ve micidiyê sekn û helwestê nîşan bidin.

Di dîroka Kurdistanê de jî van platformên bi vî awayî, xebat û tekoşînên di dîroka me de cih bigirin dane pêşiya xwe û bedelên giranbuha dane. Ji Cemal Paşayê Kor bigire, heta Xoybûnê, ji avakirina Komara Kurdistanê (Qazî Muhamed) bigire heta Tevgera Azadiya Kurdistanê, her wisa gihiştina asteke azadiyê ya başûrê Kurdistanê bi van gavan gihane îro. Carinan bi şeş kesan, carinan bi şêst kesan, ev platform hatine avakirin, rêziknameyên xwe diyar kirine û li gorî van rêziknameyan dest bi kar û têkoşînê kirine. Kurdekî yan jî partiyeke li ku dibe bila be, em deyndarên wan cangoriyan in ku ji bo azadiya welat giyanên xwe bexşandine.

Gelek platformên hatin avakirin, bi ser jî neketine. Heta gelek ji wan ji bo pêkanîna şorêşê bûne sedemên astengî yan jî derengmayînê jî. Piranî sedema biserneketina van pêkhateyan ji aliyên kesên di nav de hêzên dijber bên nîşandan jî, di rastiya xwe de ne wisa ye. Lewra jixwe dema hatine avakirin, li hemberî dijberan hatine avakirin. Bi rastiya dijmin re rû bi rû mayîn bivênevê ye. Ji ber vê jî divê di serî de biryara bergiriya êrişên dijberan bê standin. Sedemên bingehîn ên têkçûnan, nefêmkirina rastiya civaka xwe, dijminê xwe, alîgirê xwe û rewşên navneteweyî ye. Sedema herî girîng jî tenê bi gotin an jî dirûşman re sînordar mayîn û daneketina nav gel e. Li eywanên herî xweş û bi konfor, biryarên herî girîng û herî rast jî bê standin, dema yên biryar wergirtin nekevin nav gel û gel nedin pişt xwe, ew tenê dibe xwarina xwarinek buha li saloneke buha.

Di van demên dawî de weke qad vala maye, civak bê pêşeng maye, her mehekê platrofmek tê avakirin û gotinên herî rast û qerase dikin. Ger mirov kesên li nav van platforma nas neke û daxuyaniya wan bixwîne gelek hêvîbar û têkoşer xuya dibin. Ew xalên weke armanc diyar kirine xewn û xeyalên her welatparêzî/ê ne. Ew xalên ew qal dikin îro kîjan partî û tevger bi lêv bike dê bên girtin û kuştin.  Li vir pirsa, çima kes dengê xwe li van nake yan jî weke tevger û partiyên din li wan nayê kirin? Tê bîra mirovan! Dîsa pirsa dê ev gotinên qerase û mezin dê çawa pêk bên? Berhewa dimîne. Lewra tenê axaftin tên kirin û paşê her kes diçe mala xwe, rûdinên li ber klîmayên xwe.

Van daxwaz û gotinên mezin xebat û bedelên mezin divê.

Mînakên cîhanê û yên li welat ev piştrast kiriye ku bêyî xebat û bedelan tiştek nayê standin. Divê piştî van gotinên mezin, endam û pêşengên van platforman bikevin her kolan û bajaran û dest bi xebatan bikin. Wê demê ne hewceye ji ti hêzên din û ne jî ji dewletê bitirsin. Dema civak bi sekn û xebatên xwe dan bawerkirin, dê piştevaniya civakê bistînin û felek bibe bavê dijberan nikarin pişta wan deyne erdê. 

Ev civaka ewqas nirxên mezin dane, dê xwe li wan bike xwedan û her mal dê bibe çepereke parastina wan gotinên wan ên qerase. Jixwe awantajeke wan a mezin jî keda çil salan civak kemilandiye û rêxistina wê hêsantir jî kiriye. Lê na bi vê sekna xwe ya li ser doşeka hirî û li ber kaloferên germ an jî klîmayên sar kes li pey wan naçe. Serê xwe ji mezel û bernameyên medyaya dijîtal ranekin û neçin nav civakê, tenê dê bangî hin revok û dijberên sondxwariyên dijminahiya li Tevgera Azadiya Kurdî bikin. Qada ew herî çalak in, medyaya dîjîtal e. Kesek ji wan nahizire ku bila hebe hebe milyoneke kurd di medyaya dijîtal de çalak bin û galegalên li wir esas digirin, lê kanî bi milyonan kurdên din! Hay ji nav kolan û bajaran tune ne.

Jixwe jidilî û nêzîkatiya wan di nakokiyên nav wan de jî derket holê. Ew bi xwe bi hev ne bawer û ewle ne. Di demeke kurt de bi hincetên pûç qet bûn. Dikarin bêjin, em nikarin ji ber civaka hatî rêxistinkirin derkevin qadan, rê nadin em herin nav malên wan. Lê ev ne hinceteke derbasdar e, lewra ger armanceke mirov a mezin hebe û mirov xwedî angaştên mezin be û bi vê re gotinên qerase bike, divê mirov ne li benda destûra kesekî din be. Gazind karê lawazan e, yên xwedî armanc ne gazindan, têkoşînê dikin.

Lingekê vê jî li Bonna Almanyayê bi navê Sempozyûma Neteweyî hat kirin. Hewldaneke yekgirtinê ye û bi nav û naveroka xwe hêja ye jî. Tenê dixwazim vê bêjim, micidiya wan a li hemberî netewebûnê bi qasî ya hunermendê anîn konferansê bû. 

Ez bawer im partiyên mezin ên kurdî jî wan baş nas dikin û hêjayî ser vê mijarê axaftinê jî nabînin. Ger ne wisa ba dê yan piştevanî yan jî dijberiya xwe ragihandana. Jixwe dewlet bera sor radixe li ber piyên wan! Ger ne wisa bûya, dê ne wiha bûya!