Sedsala duyemîn rêya sêyemîn

Yek ji xalên herî girîng ku divê em wekî civak û medya rast fehm bikin, wateya "Entegrasyona Demokratîk" e. Ev fikir, li hemberî modelên dewletê yên kevn û hişk ku sedsalekê tenê şer û pirsgirêk hilberandin, wekî rêyeke sêyemîn dertê pêşiya me.

1 deqe xwendin
Sedsala duyemîn rêya sêyemîn

Gelên cîhanê, gelê me, Kurdistan, Tirkiye û herêm  îro di qonaxeke pir girîng û dîrokî re derbas dibe. Pêvajoya ku di dawiya sala 2024an de bi hinek bangên siyasî dest pê kir û di sala 2025an de bi banga Rêber Apo bi gewde bû, îro di sala 2026an de gihîştiye asteke nû. Êdî dem dema avakirina yasayî û siyasî ye. Weke rojnamevanekî ku şopandina vê pêvajoyê dike, ez herî dawî li ser axaftina Endamê Sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş a di konferansa Stenbolê de kirî fikirîm. Veysî Aktaş nexşerêyeke wisa pêşkêş kir ku tê de avakirina jiyaneke nû û aştiyeke mayînde jî nîşan dida.

Yek ji xalên herî girîng ku divê em wekî civak û medya rast fehm bikin, wateya "Entegrasyona Demokratîk" e. Ev fikir, li hemberî modelên dewletê yên kevn û hişk ku sedsalekê tenê şer û pirsgirêk hilberandin, wekî rêyeke sêyemîn dertê pêşiya me. Entegrasyona Demokratîk ne asîmîlasyon e, ne jî teslîmiyet e. Ew ne serkeftina aliyekî û ne jî bindestiya aliyê din e. Berevajî vê, di sedsala duyemîn a komarê de pêngaveke nû ya demokrasiyê ye ku her kesî hembêz dike. Ev model xwe dispêre fikra ku mirov dikare di nav cudahiyan de yekîtiyê ava bike. Armanc ne windakirina nasnameyan e; armanc ew e ku her nasname bi rûmet û bi azadî di nav sîstema qanûnî de cih bigire.

Ji bo ku ev jiyana hevpar pêk bibe, çend pîvanên sereke hene ku weke stûnên vê sîstemê ne. Ya yekem, naskirina hev bi hemû taybetmendiyan e.  Divê hebûna nasnameyên cuda, ziman û çand ne tenê ji bo kesan, ji bo koman û civakan jî were qebûlkirin. Pê re yek ji sedemên şer ji holê radibe. Ya duyem, hemwelatiya wekhev e. Pêwîst e hemû civak xwedî mafên wekhev bin, bêyî ku neçar bimînin bişibin hevdu. Ya sêyem, muzakere û diyalog e. Ev pergal bi zorê nabe, tenê bi axaftin û lihevkirina di navbera dewlet û civakê de dikare bi ser bikeve. Di vê modelê de, cudahî wekî gef nayên dîtin, wekî dewlemendî tên qebûlkirin. Her wiha, sîstemên ku îradeya gel asteng dikin, mîna qeyûman, tên redkirin û li şûna wan demokrasiya xwecihî û parvekirina erkê tê parastin. Herî dawî, ev hemû guhertin divê di bin banê meclîsê de, bi qanûn û destûreke nû ya bingehîn werin mîsogergerkirin da ku bi guhertina hukûmetan re xira nebin.

Ev vîzyona ku di nav nîqaşên aştiyê de herî dawî di peyamên Sibata 2026an ên  Rêber Apo de bêtir zelal bû, xwe dispêre sê pêşniyarên qanûnî yên pir girîng. Van pêşniyaran weke yasayên azadî û entegrasyonê jî  tên binavkirinn. Yasaya yekem, Yasaya Civaka Demokratîk e ku lihevkirin û çanda aştiyê di asta qanûnî de diparêze. Yasaya duyem, Yasaya Hevwelatiyê Azad e. Ev yasa têkiliya hemwelatî û dewletê ji nû ve pênase dike. Êdî pênaseya hemwelatiyê ne li ser aîdiyeteke neteweyî ya yekparest, lê li ser bingeha mafên wekhev û azad tê avakirin. Yasaya sêyem jî, Yasaya Demokrasiya Herêmî ye ku desthilata navendî hinekî nerm dike, mafê biryardanê dide herêman û rêveberiya herêmî xurt dike.

Gelek caran fikar hene ku ev pêvajo dibe sedema asîmîlasyoneke nerm an jî paşvekişandina daxwazan. Lê, mînaka ku di konferansê de hat dayîn bersiveke pir xweş e: Entegrasyona Demokratîk mîna çemekî ye ku digihêje deryayê. Dema çem tevlî deryayê dibe, nasnameya xwe winda nake. Derya jî pê piçûk nabe. Tam berevajî, her du bi hev re jiyaneke mezintir û deryayeke geştir diafirînin. Ev model ne tenê ji bo kurdan, ji bo tirk, elewî, sûnî, jin û karkeran ronesansek e. Mînakên cîhanê û yên Ewropayê nîşan didin ku piştî şerên giran, aştiya mayînde tenê bi saziyên bihêz û îradeya siyasî pêkan e.

Em îro di duryaneke dîrokê de ne. Helwesta me ya li hemberî vê pêvajoyê dê paşerojê diyar bike. Ez yeqîn dikim ev gel tevî civakên pê re cîran wê bi vê vîzyonê derî li sedsalan duyemîn a demokratîk vekin. Gel tenê bi rabirdûya xwe najîn, bi paşeroja xwe mezin dibin. Ji bo ku komar bi demokrasiyê re bigihîje cewhera xwe banga Entegrasyona Demokratîk derfetek e ku divê neyê windakirin. Çavên her kesî niha li gavên pratîkî û qanûnî yên di bin banê meclîsê de ne. Di dawiyê de, weke ku hat gotin; ev bang gazî wekhevî û dewlemendiya paşeroja me dike. Werin em guh bidin vê bangê û  em bi hev re dîrokeke nû û geş binivîsin.