Diyaklektika tirkiyeyîbûn û kurdistanîbûn

Diyalektîka tirkiyeyîbûn û kurdistanîbûnê ne diyalektîka hev tunekirinê yan hev lawazkirinê ye. Ew hev xurtkirin û temamkirin e.

1 deqe xwendin
Diyaklektika tirkiyeyîbûn û kurdistanîbûn

Demek dirêj e ku perspektîfa tirkiyeyîbûnê hinceta herî zêde ya êrişa li ser tevgera siyaseta kurdî ye. Tirkiyeyîbûn; perspektîfa bîrdoziya siyaseta kurdî ye ku bi civaka demokratîk ango komara demokratîk hatiye formulekirin. Siyaseta kurdî bi perspektîfa tirkiyeyîbûnê, bi helwesta jiyaneke wekhev, welatekî hevpar û bi rêbaza demokrasiyê, ne tenê dixwaze pirsgirêkên herêm û bajarên kurdan çareser bike û civakê di warên aborî, civakî, siyasî û çandî de bi pêş bixe, lê bi heman helwest û rêbazê dixwaze pirsgirêkên hemû herêm û bajarên tirkiyeyê jî çareser bike û hemû civaka Tirkiyeyê bi pêş bixe. 

Siyaseta kurdî û dostên wê pêşniyarên ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî yên wekî nasnameyî, çandî, hiqûqî, demokratîk, mafên jin û ciwanan, ekolojiyê, aboriyê, xizaniyê, perwerdeyê, tenduristiyê û hwd ne tenê ji bo kurdan û herêmên kurdan in; ev pêşniyarên çareserkirina pirsgirêkan ji bo hemû Tirkiyeyê ne. Dema ku pirsgirêkên civakî yên tirkiyeyê bi çareserkirinê re bi pêş ve biçin, bêguman dê ev yek bandoreke erênî li demokrasiya tirkiyeyê û jiyaneke wekhev bike. Di heman demê de, ev bandora erênî dê li raya giştî ya Rojhilata Navîn jî bike. 

Her wiha perspektîfa tirkiyeyîbûnê armanc dike ku bala raya giştî ya Tirkiyeyê, siyaseta Tirkiyeyê, desthilata AKPê û nûnerên Tirkiyeyê bikişîne ser pirsgirêkên kurd û Kurdistanê yên civakî, çandî û siyasî. 

Lê ji du aliyan ve bedkarî ango suîstîmal û êriş li ser perspektîfa civaka demokratîk tê kirin. Aliyek ji wan xwe netewperwerên kurd dibînin. Lê heta îro kar û barekî wan ji bo kurd û Kurdistanê tune ye. Ewên ku xwe netewperwerên kurd dibînin, bi tevgerên xwe dijberiya kurdan dikin; ji bilî bedkarî û suîstîmalê, ji destkeftiyên tevgera azad a kurdî ku bi bedelên gelek giran hatine bidestxistin ti tiştî nakin. Vîna neteweyî ya kurdî xurt nakin û xwedî li vîna kurdî dernakevin. Ji bo ziman û çanda kurdî têkoşîn û xebatê nakin ango ji bo tekoşîn û xebatên ziman û çanda kurdî, tevî ku bedelên giran tên dayîn, piştgiriyekê jî nadin. Dest ji qadên xwe yên konforê bernadin. Lê konfora êriş û rexneya dilsoz û kedkarên têkoşîna kurdî dijîn. Tenê bi rexneyên rûxalî û sivik ve perspektîfa tirkiyeyîbûnê, ku di heman demê de perspektîfa jiyana wekhev û welatekî hevpar e, wekî “tirkbûn”ê bi nav dikin û bi awayekî bêexlaq êrişê li tevgera azad û siyaseta demokratîk a kurdî dikin. 

Lê aliyê din jî, ji aliyê nûnerên dewletê û desthilatdariya dewletê ve perspektîfa tevgera kurdî a tirkiyeyîbûnê tê suîstîmalkirin. Erê, ne ku ew perspektîfa tirkiyeyîbûnê fêm nakin; baş fêm dikin, lê wê suîstîmal dikin. Wek ku me li jor behs kir, perspektîfa tirkiyeyîbûnê perspektîfeke ku ji bo hemû pirsgirêkên raya giştî ya Tirkiyeyê li rê û rêbaza çareseriyê digere. Lê desthilatdar û nûnerên dewletê hewla tevgera kurdî suîstîmal dikin û tirkbûnê li kurdan ferz dikin. Li gor hişmendiya desthilatdariya AKPê û nûnerên dewletê, perspektîfa tirkiyeyîbûnê destjêberdana çand û zimanê kurdî ye, çavgirtina li bîr û baweriyên mafên xwezayî û bingehîn ên kurdan e, talankirina xwezaya kurdan e, dengnekirina li hember valakirina gund û bajarên kurdan e, desteserkirina vîna xwebirêvebirina kurdan e û xizankirina gelê kurd e. Desthilatdariya AKPê û nûnerên tirkiyeyê bi vê helwestê dixwazin kurdan desteser bikin û bi bişaftineke pasîf wan tune bikin. Ji bo vê armancê, bala raya giştî didin kurdan bi gotinên derew û nerast manîpule dikin. Bi vê rêbazê dixwazin siyaseta demokratîk a kurdî serûbin bikin. 

Aliyek tevgera azad û tevgera siyaseta demokratîk a kurdî wekî “tirkbûn”ê tawanbar dike, aliyê din jî li tevgera azad û siyaseta demokratîk a kurdî dixwaze “tirkbûn”ê ferz bike. Lê divê mirov vê pirsê bipirse: gelo ev her du alî çiqas kurdistanî ne an çiqas kurdistanîbûnê diparêzin? Rastiya tirkiyeyîbûnê di heman demê de kurdistanîbûn e. Diyalektîka tirkiyeyîbûn û kurdistanîbûnê ne diyalektîka hev tunekirinê yan hev lawazkirinê ye, ew hev xurtkirin û hev temamkirinê ye. Hemhalbûna bi derdên hevdu re, lêgerîna çareserkirina pirsgirêkên hevdu ye. Bipêşxistina demokrasî, hiqûq, aborî û azadiya hevdu ye; parastin û avakirina jiyaneke wekhev di welatekî hevpar de ye. 

Divê aliyên ku xwe wekî neteweperwerên kurd dihesibînin ji bo çand, ziman û aboriya kurdan, xwezaya kurdan bikevin nav xebatan û hilberînên civakî, çandî û polîtîk bidin. Dev ji êrişa li dijî kurdan berdin. Li şûna ku rexneyên rûxalî û sivik li tevgera azad û siyaseta demokratîk dikin, divê rexneyên bi bingeh û xurt li desthilatdariya AKPê û nûnerên dewletê bikin.

Aliyê desthilatdariya AKPê û nûnerên dewletê jî heta ku li siyaseta demokratîk a kurdî daxwaza dûrketina ji nirxên kurdan dikin, divê di serî de statuya kurdan nas bikin. Îro hem ji ber zextên dewletê hem jî ji ber xizaniyê gund û bajarên kurdan ji ciwanan xalî bûne. Ji ber xizanî û bêkarbûnê gelek ciwanên kurd ketine defikên bengîtî û fihûşê. Xwezaya kurdan ji bo polîtîkayên mîlîtarîst û kapîtalîst tê talankirin. Di sedsala 21ê de gelê kurd bi zimanê xwe perwerde nabe û bi zimanê xwe di saziyên fermî de xizmet nabîne. Gelo nabe e ku desthilata AKPê û nûnerên dewleta Tirkiyeyê jî bi perspektîfa kurdistanîbûnê tevbigerin, bibin xemxurê çareserkirina pirsgirêkên gelê kurd? Nabe statuya gelê kurd bipejirînin, hiqûqa kurdan nas bikin û ji bo çareserkirina xizaniya gelê kurd bikevin nav hewldanan? 

Li gor perspektîfa kapîtalîzmê, diyalektîka tirkiyeyîbûn û kurdistanîbûnê li hember hev e û di îdiayên hev tunekirinê yan lawazkirinê ye. Têkiliyên wan têkiliyên ontolojîk in. Hebûn û tunebûna wan girêdayî tunekirin an lawazkirina yê li hemberî xwe ye. Li gor perspektîfa civaka demokratîk, diyalektîka tirkiyeyîbûn û kurdistanîbûnê ne li hember hev e û serkeftina wan ne di tunekirina hevdu ye. Serkeftina tirkiyeyîbûnê di kurdistanîbûnê de ye. 

Desthilat û nûnerên dewleta Tirkiyeyê, mixalefet û saziyên wê yên sivîl ên çiqas bibin kurdistanî, gelê kurd jî ewqas bibe tirkiyeyî! Di vê helwestê de gelê kurd û tevgera siyaseta demokratîk a kurdî biryara xwe daye. Divê di demeke nêz de desthilat û nûnerên dewletê, mixalefeta û raya giştî ya Tirkiyeyê jî biryara xwe bidin.