Hîkmet-î hikûmet û yekîtiya kurdan
Eger siyaset huner be, dive siyasetmedarên kurd di çarçoveya hunera siyasî de haraket bikin. Ev jî pratîk e, berhem jî firaze ye! Hemû rêveberên siyasî xwe weke evîndarên Ehmedê Xanî nîşan didin; behsa banga wî, daxwaz û hêviyên wî dikin. Mixabin dibêjin lê napêjin.

Pirsa îronî û dilêş; gelo kî yekîtiya kurdan naxwaze? Gotinên rêvebir û pêşengên partiyên kurd, li ser kartan nivîsîne û bi dehan kart li ber destên min in. Li gorî beyan û axaftinan, evîna yekîtiyê bi her kesî re heye. Evîna yekîtiyê hasreta gelê kurd e. Her kes jî bi gotinên retorîk nêzîkî yekîtiyê dibe. Mixabin encam dernakeve holê. Kesek ji îdeolojiya xwe, ji berjewendiyên xwe gavekê paşde navêje. Ev rewş li bejna siyaseta Rojhilata Navîn tê, lê estetîka wê nîne, hiş û ramaneke kevneperest e. Hişmendiyek qels û lawaz e. Bi normên qels û lawaz jî siyaset çênabe.
Ji bo fêhmkirina cudahiya siyaseta paşketî û pêşketî, yan jî siyaseta klasîk û modern, divê mirov tenê otobiyografiya siyasetmedarên sedsala navîn û destpêka sedsala 20î nenihêre; pêwîst e mirov felsefeya feylesofên her du serdeman li ber çavan bigire. Frederîc Marx û Max Veber, ji wan feylesofan in û formulasyonên balkêş danîne holê. Helbet kesên din jî hene, lê formulasyonên van camêran ji bo kurdan û pêkanîna yekîtiya kurdan girîng in.
Çend roj in, birêz Nureddîn Denmîrtaş, di rojnameya Yanî Ozgûr Polîtîka de, li ser “hişmendiya ontolojîk” radiweste. Ev hişmendî, tê wateya sosyolojiya “hikmet-î hikûmet”. Divê were zanîn ku “hîkmet-î hikûmet” nayê wateya diktatorî û totalîtarîzmê. Bi taybetî gelê kurd, yek ji wan gelan e ku ji hikumraniya faşîst, dîktator û totalîtar gelek zext û zor dîtiye ye û divê ji her kesî bêhtir li dijî van sîsteman têdikoşe. Dike jî!
Rast e, dike û dizane ku ji bo serketina li dijî van sîstemên bêyom, yekîtî şertê nabe nabe ye.
Her kes, bi taybetî pêşeng û rêvebirên partiyên siyasî banga yekîtiyê dikin. Lê yekîtî pêk nayê. Divê em pirsa destpêkê dubare bikin. Gelo çima yekîtiya kurdan pêk nayê û kî naxwaze yekîtiya kurdan pêk were?
Eger siyaset huner be, divê siyasetmedarên kurd di çarçoveya hunera siyasî de hereket bikin. Ev jî pratîk e, berhem jî firaze ye! Hemû rêvebirên siyasî xwe weke evîndarên Ehmedê Xanî nîşan didin; behsa banga wî, daxwaz û hêviyên wî dikin. Mixabin dibêjin lê napêjin! Ev jî tê wateya ku siyasetmedarên kurd, di aliyê hişmendiya wêjeyî û çandî de qels in. Nizanin ku gel têgihiştiye û her axaftin û nirxandinên siyastemedaran di bin çavan re derbas dike, di mêjiyê xwe de qeyd dike.
Sahîh e ku beşek ji pêşeng û siyasetmedarên kurd, ji têgihiştina wêjeyî û çandî bêhtir, bi hişmendiya siyaseta klasîk û zexta aborî hereket dikin. Çand, huner û hişmendiya têgihiştî, ji zanista zanîngehan li cem wan tune ye; nirxên zanist û akademîsyenan jî li ber çavan nagirin. Ev xeşîmî û nezanî siyasetê kor dike, mêjiyê kor jî nikare yekîtiyê pêk bîne. Ez dubare bikim: Wêje, akademiya siyasetê ye û bêyî zanebûn, têgihiştina wêjeyî, bêyî têgihiştina felsefê û dîrokê, siyaset kel û rijî ye. Firazeya siyaseta bi vî rengî tijî zivan e. Gotinên wan jî di erda hevbeş a çandiniya siyaseta kurdî de, reşik in.
Vêca di siyaseta kurdî de du hişmendî hene; yek çepgir e, yek rastgir e. Rastgir ji siyaseta lîberal jî dûr in. Dema li vegotinên li ser kartên xwe dinihêrim; çepgirên kurd, di hiş û ramanê xwe de guhertin kirine, bi paradîgmeyek nû, nêzîkî pêşketin û siyaseta cîhanê dibin û gavan diavêjin. Rastgirên kurd hîn klasîk in, di siyaseta cîhanê de, “teokratîk” in, formasyon û pîvanên wan “dogmatîk“ in, ji “eklektîk“ê dûr in û bi hişmendiya beriya sed û pencî salî hereket dikim. Ev jî hewldanên “korporatal“ dikuje û daxwazên wan ku dibêjin “em dewletê“ dixwazin, pûç dike.
Encam: Ji çar parçeyên Kurdistanê, li herêma federal a başûrê Kurdistanê û Rêvebiriya Xweser a Rojava, rewşek “hikmet-î hikûmet“ heye û ji parçeyên din cuda ne.
Rewşa her du baskên Kurdistanê jî ji hev cuda ye: nêrîna wan a li cîhanê, felsefe û hişmendiya wan a gerdûnî jî ji hev cuda ne. Dîsa jî têne cem hev û civînan li dar dixin, ev kêfxweşiyê dide her kesî. Mixabin yekîtiyek ku dilê mirov xweş bike derneketiye holê. Herêma federal a başûrê Kurdistanê, di nav xwe de bi nakok e û sîstema ku dixwazin ava bikin jî, copya mîrekîtiyên ereban e. Ev hişmendî, ji rastiya kurd û Kurdistanê jî, ji siyeta cîhanê dûr e.
Sih û heft sal in, li başûrê Kurdistanê yekîtî çênebûye; du paytext hene, du hêzên eskerî hene; demek dirêj e desthilatdariya herêmê nehatiye avakirin. Tekiliya her du aliyan ji parçeyên din ên Kurdistanê bêhtir bi Tirkiye û Îranê re hene û bandorek neyînî li parçeyên din jî dike.
Ev siyaseta cotstandardî, wan di pêkanîna yekîtiyê de ber bi helwestek sofîstîk ve dibe. Helwesta sofîstîk, ji hişmendiya kumulatîf dûr e. Di hişmendiya kumulatîf de jî “mîtos“ hene û kes li dij dernakeve, lê siyaseta “alegorîk“ û “sofîstîk“ ji kurdan re serketinê nayne.
Di demekê de ku kronîk dijminê gelê kurd, dewleta Enqereyê, bi xeyalên Enwer Paşa û împaratoriya Tûran tevdigere, rêya Zengezer, bi gotina “Korîdora Tûran“ diguherin û dixwazin Tirk-î Tûran ava bikin; siyaseta “alegorîk” bi kêrî kurdan nayê, ev siyaset hem “mîtos”an dikuje, hem xeta di navbera felsefe û dîrokê de ji holê radike. Ev jî dibe sedema xeşîma kor û pîkola di siyaseta berjewendiyan de û “hikmet-î hikûmet”ê ji holê radike.
Bi kurt kurmancî, heta ku li başûrê Kurdistanê yekîtiyek çênebe, di nav tevahiya kurdan de jî yekîtiyek çênabe. Divê hêzên başûrê Kurdistanê siyaseta xwe di bin çavan re derbas bikin.


