Ji arşîvê ber bi hilberîna civakî ve
Dara Demîralp der barê Însiyatîfa bîrê û arşîva Kasim Demîralp de wiha got: “Bi nêrînek rexnegir û rêbazeke kolektîf, Înîsiyatîfa bîr dixwaze arşîvê ji rewşeke rawestiyayî derxîne, wê bike amûrek ji bo têgihiştin, nîqaş û hilberîna civakî ya îro.”

Li ser bingeha mîrateya arşîva Kasim Demîralp, ku şopên dîroka herêmê ji qonaxa dawî ya osmaniyan heta salên nêzîk digire, bi xebatên kolektîf ên lêkolîner, rexnegir, çalakvan û akademisyenan Însiyatîfa bîr hat avakirin. Ev înîsiyatîf armanc dike ku bîr û hafizeya civakî ya ku gelek caran hatiye tunekirin an jî bêqîmetkirin, ji nû ve derbixe holê û bike qadeke zindî ya nîqaş û hilberînê.
Em der barê Însîyatîfa bîrê û armanca avakirina wê bi neviyê Kasim Demîralp Dara Demîralp re axivîn.
We li ser mîrateya Kasim Demîralp însiyatîfeke bi navê bîr ava kir. We çima pêdivî bi avakirina vê Însiyatîfê dît?
Ev înîsiyatîf li ser bingeheke piralî ava bûye û bi hewldanên kolektîf ên lêkolîner, rexnegir, çalakvan, akademisyen û xwebexşan ji paşxaneyên cihêreng derketiye holê. Ez dikarim vê bêjim: Têkiliyekî xurt a rabûrdûyê bi dahatûyê re heye. Ji hev nayê qutkirin, temamkerê hev in. Têkiliya civakan û rabirdûyê jî ango a bi ‘bîr’ê re jî wiha ye. Ji ber vê yekê jiyan û arşîva Kasim Demîralp bala min kişand û weke naverok pireyeke ku di navbera rabirdû û dahatuya wê demê de, ji bo aliyê veşartî yê dîroka erdnigariya ku lê dijiya, ronahiyeke. Çi çîroka jiyana wî, çi jî kompozîsyon, potansiyel û sînorên arşîva ku li pey xwe hiştiye; lêkolîneke û xebateke demdirêj, berfireh, piralî û navdisîplînî ferz dike. Ji ber vê yekê, ev ne arşîveke wisa ye ku ez tenê bikaribim li ser bixebitim û ne jî arşîveke ku divê tenê wekî arşîveke malbatî were dîtin e. Ji ber van sedeman pêdivî bi avakirina însiyatîfek bi vî rengî ango Însiyatîfa bîrê çêbû.
Li Tirkiyeyê polîtîkayên hefizeyê her tim di bin kontrola dewletê û nêrînên fermî de tên diyarkirin. Lê belê bi taybetî li herêma kurdan, dîrok di arşîvên malbatî, şahidiya kesan û şopên jiyana rojane de berhev dibe. Ev berhevkirin pirê caran an di asta herêmî de asê dimînin ango tên veşartin, an jî ji aliyê siyaseta serdest ve bi zanabûn tên bêqîmetkirin. Înisiyatîfa bîrê tam jî ji bo lêkolînkirina van çînên ku bîra wan hatiye nixumandin û ji bo avakirina vegotineke herêmî û piralî ji dayik bû.
Em dikarin bibêjin ku arşîva Kasim Demîralp di vî warî de xwedî cihekî taybet e. Ev arşîva qonaxa dawî ya osmaniyan heta salên 1990î li xwe digire. Xezîneyeke mezin e ku guhertinên dîrokê û çîrokên rastîn ên gel yên ku dîroka fermî behsa wan nake nîşanî me dide. Ji bo me mesele tenê parastin an nîşandana vê arşîvê nîn e, armanca me ew e ku ev arşîv çi dibêje, çi li derve dihêle û dikare çawa were xwendin û bibe mijara nîqaşeke kolektîf.
Li gorî vê çarçoveyê, bîr arşîvê wekî depoyeke kevn a tiştên berê nabîne. Berevajî vê, arşîvê wekî qadeke zindî dibîne ku bi têkoşîna îro ya heqîqet, edalet û demokrasiyê re di nav têkiliyê de ye. Bîr, xebatên hafizeyê ne li derveyî têkoşîna civakî, rasterast di navenda wê de bi cih dike.
Di avakirina bîrê de armanca we ya sereke çi ye û çima we navê bîr lê kir?
Mijara navê inisiyatîfê jî weha ye: Gotina ‘bîr’ê di kurdî de him tê wateya çala avê/avgir him jî tê wateya hefizayê. Ev her du wate, kurtasiya nêrîna me jî nîşan didin. Li gorî me bîr, ne tenê berhevkirina zanyariyên li ser rûyê erdê ye. Ew qadeke kûr e ku çîn bi çîn li ser hev kom bûye û tenê bi kedeke mezin derdikeve holê. Ji ber vê yekê, bîr piçekî jî wekî hewldana derxistina ava ji bîrê ye. Hewldana me ev e: Em tiştên veşartî nîşan bidin, tiştên hatine jibîrkirin bînin bîra civakê û wan ji nû ve bixin nav jiyana rojane. Dema tu deng li bîrê dikî, dengê te diçe kûrahiyê û mîna ‘dengvedanê’ li te vedigere. Xeta sereke ya xebata me jî ev dengê ku li me vedigere ye.
Ji aliyekî din ve bîr, ji bo bi hev re fikirîn û hilberandinê rêyeke nû nîşan dide. Ev inisîyatîf naxwaze tenê lêkolînekê bi serê xwe bike. Armanca wê ew e ku lêkolînerên qadên cuda, xwediyên arşîvan û kesên eleqedar bîne cem hev û zemineke hevpar û piralî ava bike.
Înisiyatîfa bîrê xwe dispêre arşîva Kasim Demîralp û armanc dike ku serboriyên herêmî û bûyerên dîrokî yên mezin bîne cem hev û herwiha înisiyatîf dixwaze wan bîrên ku dîroka fermî behsa wan nake bide xuyakirin. Însiyatîf hem rêbazeke nû ya lêkolînê hem jî modeleke nû ya parastina hafizeyê pêşniyar dike.

Bi avakirina bîrê hûn dixwazin kîjan armanca Kasim Demîralp biparêzin ango bidomînin?
Kasim Demîralp qonaxa ku lê jiyaye û bûyerên wê demê bi awayekî sîstematîk, bi israr tomar kiriye. Ev taybetmendiya herî berbiçav a Kasim Demîralp e. Ev hewldana ku bi qasî nêzî nîv sedsalî dewam kiriye; bi rêya rojnivîsk, notên daktîloyê, qeydên dengî û materyalên dîtbarî, wekî hewleke ji bo qeydkirina dîrok û serpêhatiyên ku li derveyî vegotina fermî mane, dikare were nirxandin. Bi vê yekê, Demîralp ne tenê şahidek e, ew kesek e ku bi derfetên xwe arşîva dijber (Li gorî Foucault, têgeha dîrok/arşîva dijber, li dijî nerîna serdest û saziyên fermî, şêwazeke berxwedanê ye ku bîra ‘têkçûyan’ û bindestan derdixe holê.) ava kiriye. Di heman demê de, xwendewariya wî ya xurt ku, di wê demê û li wê herêmê de kêm peyda dibû, rê daye wî ku dewletê ji nêz ve bişopîne, binase û kiryarên wê tomar bike. Ev qeyd, carinan yekser û carinan jî neyekser, pêkanînên dewletê yên li herêmê îfşa dike û derdixe holê.
Ev xebata Demîralp, di heman demê de şopa birîneke kûr a jiyana wî ye. Demîralp di zarokatiya xwe de, di sala 1925an de malbata xwe di komkujiyeke mezin de winda kir. Ev rewş di pêşerojê de bû sedema herî bingehîn a têkiliya Demîralp bi hafizeyê re. Di ciwaniya xwe de ket pey şopa çîroka malbata xwe, lê bi demê re ne tenê malbata xwe, serboriyên gelek kesên ku weke wî êş kişandine jî qeyd kirin. Ji ber vê yekê ev arşîv, ji bo wî tenê berhevkirina agahiyan nîn e, rêbazeke berxwedan û hebûnê ye. Bi 1940î re ev hewldana wî gihîşt nifşên nû û heta mirina wî ya di sala 1998an de berdewam kir. Arşîva ku wî li pey xwe hiştiye, şopa van hemû serpêhatî û şahidiyên kûr di nav xwe de dihewîne.
Wekî înîsîyatîfa bîrê, armanca me ew e ku em xeta exlaqî û polîtîk a vê xebata tomarkirinê bidomînin. Lê bele tişta ku ji bo me girîng e ne tenê parastina vê mîrateyê ye, em dixwazin bi çavekî rexnegir li vî mîrateyê binêrin û bi nîqaşên îro re têkiliyekê bidin avakirin û wisa berdewam bikin. Ji ber ku her arşîv, ne tenê bi tiştên ku nîşan dide, bi tiştên ku li derve hiştiye jî diaxive. Loma ji bo me mesele ew e ku Demîralp di arşîvê de çi daye nîşandan û çi nedaye xûyakirin bidin nîqaşkirin. Em dixwazin arşîvê ji rewşeke rawestiyayî derxînin û bikin qadeke zindî ya ramanê ku ji bo her cure xwendin û şiroveyên cuda vekirî be.
Ji ber vê yekê, li vir mesele tenê parastina mîratekî nîn e, em hewl didin rêbaz û nêrînekê bidomînin. Ev xeteke wisa ye ku ji nav dilê erdînigariya herêmê dipeyive, şahidiya bûyeran wekî rêyeke têkoşînê dibîne û berpirsyariya qeydkirina dîrokê digire ser milên xwe. Ji nû ve fikirîna li ser vê xetê û berfirehkirina wê bi derfetên îro, armanca bingehîn a Înîsîyatîfa bîrê ye.
Hûnê xebatên xwe di kîjan qadê de bimeşînin?
Înîsîyatîfa bîrê, xebatên xwe di navbera arşîv, bîr û dîroka dijber de, bi rêbazeke navdîsîplînî dimeşîne. Armanca bingehîn ew e ku em arşîva Kasim Demîralp a ku li herêman belav bûye kom bikin, lîsteya wê çêkin û bi dîjîtalkirinê him biparêzin him jî xwegîhandinê wê saz bikin. Lê belê, ev pêvajo ji bo me xebateke teknîkî ya arşîvkirinê zêdetir e. Berevajî vê, qadeke lêkolînê ye ku rê dide em li ser têkiliya xwe ya bi zanyariyan re ji nû ve bifikirin.
Di vê çarçoveyê de xebatên me di çend waran de bi pêş ve diçin. Di destpêkê de em li ser materyalên nivîskî, dengî û dîtbarî yên di arşîvê de, atolye û civînan li dar dixin da ku em li ser şêwazên nû yên bîrê nîqaş bikin. Armanca van civînan ne tenê hilberîna zanyariyên akademîk e, armanc ew e ku em zemînekî nîqaşê ava bikin ku tê de serpêhatî û şahidiyên cuda werin cem hev û em bi hev re li ser bifikirin.
Ya duyem; em dixwazin bi rêya pirtûk, belgefîlm û pêşangehan, materyalên di arşîvê de bi şêwazên nû yên vegotinê dîsa bixin nav gel û bidin naskirin. Bi vî awayî, arşîv ji qadeke girtî ya pisporan derdikeve û di qadeke berfireh a civakî de dikare bibe mijara nîqaşê
Ya sêyem; em naxwazin arşîvê tenê di cihekî de asê bikin. Bi alîkariya pêşangehên mobîl û muzeya dîjîtal, em dixwazin vê arşîvê bigihînin her derê û nîşanî her kesî bidin. Ev rêbaz rê dide ku em bîrê ne wekî zanyariyên li cihekî ango navendekî girtî û komkirî bibînin. Berevajî vê, em bîrê wekî pêvajoyeke zindî dibînin.
Ji ber vê yekê, Însiyatîfa bîrê xebateke piralî dimeşîne ku hilberînên akademîk, hunerî û civakî digihînin hev. Însiyatîf, arşîvê ne tenê wekî materyalekî lêkolînê, lê wekî qadeke zindî dibîne ku bi nîqaşên civakî û polîtîka yên îro re têkildar e.
Bi rêya bîrê hûn dixwazin kîjan peyam bidin nifşên nû?
Peyama me ya ji bo nifşên nû, tenê bangeke ji bo hînbûna rabirdûyê nîn e. Em dixwazin nîşan bidin ka bîranînên berê çawa dikarin îro û paşeroja me biguherînin. Arşîv ji bo me tiştek statîk nîn e, qadeke zindî ye ku pirs û nîqaşan derdixe pêşiya me û bandorê li jiyana me ya îro dike. Loma em ji ciwanan re dibêjin: Şahidiya bûyeran, qeydkirin û pirsîna li ser rabirdûyê ne tenê karê berê ye. Ev berpirsyariya îro û ya pêşerojê ye jî.
Ji bo me, veguheztina arşîvê ya ji bo ciwanan tenê meseleyeke teknîkî nîn e. Meseleya bingehîn ev e ku bila arşîv bi pirs, ezmûn û tevkariya ciwanan ji nû ve bi wate bibe. Ji ber ku her nifşek rabirdûyê li gorî serdema xwe ji nû ve dinirxîne. Ev yek jî arşîvê ji gotineke sabît derdixe, dewlemend dike û nû dike. Bi taybetî ji bo arşîvên polîtîk û yên têkoşînê, ev têkilî hîn girîngtir e. Ji ber ku bîrên bi vî rengî zêdetir di nîvî de hatine birîn, hatine tepisandin. Têkiliya bi ciwanan re, berdewamiya vê bîrê saz dike û li dijî jibîrkirinê xeteke xurt ava dike.
Di vir de, em derfetên qada dîjîtal pir girîng dibînin. Ji ber ku ciwan her roj di nav vê qadê de ne û bi vê rêyê em dikarin bigihîjin gelek kesan. Lê wekî ku em di xebatên xwe de jî dibînin, tenê dîjîtalbûn têrê nake. Heger agahiyek li ser înternetê hebe, nayê wê wateyê ku her kes pê dihese yan jî bandorê li her kesî dike. Loma em arşîvê tenê wekî malpereke dîjîtal, wekî qadeke ji bo civînên rû bi rû, atolye û nîqaşan nabînin.
Herwiha rêya herî xurt ya ku em xwe bigihînin ciwanan ew e ku divê em ciwanan yekser bikin beşek ji pêvajoyê. Êdî modelên yekalî yên ku agahiyan ji jor ve ber bi jêr radigihînin, di nav civakê de nayên qebûlkirin û qîmeta wan her diçe kêm dibe. Loma em wekî bîrê, naxwazin arşîv bibe cihê ku ciwan tenê lê dinêrin, em dixwazin bibe pêvajoyek ku ciwan bi xwe keda xwe tê de bibînin û bi hev re tiştên nû biafirînin. Ji ber ku ji bo me mesele tenê gotina çi qewimiye nîn e. Mesele ew e ku em nîşan bidin ka bûyer çawa hatine qeydkirin, çawa li ber xwe dane û çawa dengê xwe derxistine. Yanî em naxwazin tenê ezmûnê, em dixwazin rêbazê jî veguhezîne.
Lewra tiştê ku em dixwazin bi rêya bîrê bidin nifşên nû, tenê veguhastina bîrê nîn e, em rêbaz û nêrîneke nû pêşniyar dikin: Xeteke ku çavkaniyê esas digire, bi nêrîneke rexneyî nêzîk dibe û ji bo hilberîna bi hev re vekirî ye. Têkiliya vê xetê û xebata ciwanan a ji bo aştiyê û demokrasiyê, tam li vir derdikeve holê. Ji ber ku derxistina serhatiyên rabirdûyê yên ku hatine bêdengkirin an nixumandin, ne tenê meseleyeke dîrokî ye. Ya girîngtir ew e ku ev xebat rasterast bi daxwaza me ya îro ya ji bo edalet, wekhevî û jiyana bi hev re ve girêdayî ye.



