Ji bo Bayram Balci merasîm hat lidarxistin
Ji bo rojnameger Bayram Balci li Enqereyê merasîma cenaze hat lidarxistin. Hevkarên Bayram Balci yên ku di merasîmê de axivîn, diyar kirin ku "Me rêhevalê Apê Mûsa û Naziman winda kir.”

Ji bo karkerê Çapemeniya Azad Bayram Balci, yê ku ji ber nexweşiya penceşêrê li Belçîkayê dihat dermankirin û di 23yê hezîranê de jiyana xwe ji dest da, li Cemxaneya Pîr Sûltan Abdal a li Batikentê merasîma cenazeyê hat organîzekirin. Malbat, rêhevalên, nûnerên Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) û gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre pîrozbahiyên cemê hatin birêvebirin. Piştre xwişka Balci Nuray Balci der barê birayê xwe de got: "Bayramê min, romana min a neqediyayî, helbesta min a ku min nikarîbû binivîsim, hevalê min. Dayika min digot navê Bayram yên din dîrok e. Erê, navekî Bayram jî dîrok bû. Bi gotina hevalên wî, Bayram mîraseke dîrokî ya 63 salan ku bi heqîqetê hatibû honandin û bi îşkenceyê derbas bûbû, ji me re hişt. Şehîd namirin."
Ji Rojnameya Yeni Yaşamê Zana Kaya Huseyîn Aykol ê ku di 1ê çileyê de jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û wiha got: “Me di demeke nêzik de mamosteyê xwe Huseyin Hoca winda kir, niha jî me çînareke din winda kir. Me hevalê xwe yê ku 35 salan têkoşîn meşand winda kir. Me rêhevalê Apê Mûsa û Naziman winda kir. Ev 35 sal bûn meşeke birûmet bû. Ev meş li vir bi dawî nebû, berdewam dike."
Diren Yurtsever jî li ser navê DFGê axivî û got: "Cihgirtina di nav çapemeniya azad de, tê wateya li xwe kirina kirasê ji agir. Hevalê me Bayram ji wan kesên ku ev kiras li xwe kiribûn bû. Ji salên 90î û vir ve, hem bû şahidê êş, têkoşîn û berxwedana karkerên çapemeniya azad û hem jî ya gelê kurd. Ew hafizeyek bû. Ew hafize dê her dem zindî be. Em jî wekî rêhevalên wî, soz didin ku em ê lâyîqî sekna wî bin û em ê têkoşîna heqîqetê berdewam bikin."
Piştî axaftinan girseyê darbesta Balci wergirt û ber bi goristana Karşiyaka ya navçeya Yenîmahalle ve bi rê ketin. Bayram Balci li goristanê ji aliyê malbat, heval, hevpîşe û hezkiriyên xwe ve hat definkirin.
Helbestên wî hatin xwendin
Piştî definkirinê beşdaran qerenfîl danî ser gorê. Hevalên Bayram Balci li ser goristanê helbestên wî xwendin û beyt hatin xwendin.
Piştre jî rojnamegerên beşdarî merasîmê bûbûn, serdana gora mamosteyê Çapameniya Azad Huseyîn Aykol ku li heman goristanê ye kir.
Ji bo bîranîna Balci li Komeleya Çandî û Civakî ya gundê Dişlik a Tuzluçayir a navçeya Mamakê loqme dê bê belavkirin.



