Girtiyê ji sedî 95 astengdar nayê berdan
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHDa Stenbolê balê kişand ser rewşa girtiyê nexweş Bûrhan Adsiz û diyar kir rapora ji sedî 95 a astengdariyê tevî ku heye jî Bûrhan Adsiz nayê berdan û xwest ji bo dermankirinê divê bê berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya “Rûniştina Fyê” di hefteya 744emîn de li pêşiya avahiya komeleya xwe ya li navçeya Beyoglûyê li dar xist. Aktivîstên mafên mirovan, malbatên girtiyan û nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl tev li çalakiyê bûn.
Parêzvanên mafên mirovan di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Bûrhan Adsiz ê ku di Girtîgeha Tîpa Fyê ya Ewlehiya Bilind a Wanê de tê ragirtin. Di daxuyaniyê de pankertên “Dermankirin maf e, nayê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Bûrhan Adsiz bê berdan” hatin vekirin û wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji aliyê endama ÎHDê Mûkaddes Şamîloglû ve hat xwendin.
‘Tevî rapora astengiyê jî nayê berdan’
Mûkaddes Şamîloglû diyar kir ku di hefteya 744emîn de li rewşa girtiyê nexweş Bûrhan Adsiz ê ku di Girtîgeha Tîpa Fyê ya Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin dipirsin û wiha got: “Rapora ji sedî 95 a astengdariyê ya Bûrhan Adsiz heye. Nexweşiya sîrozê pê re heye. Bi sedema nexweşiya xwe tim û tim xwîn ji mîdeya wî tê. Bi vê sedemê diyar e ku Bûrhan Adsiz di rewşa girtîgehê de nikare bê dermankirin. Birayê Bûrhan Adsiz diyar kiribû ku ‘Birayê min hê nehatibû girtin nexweşiya wî ya kronîk a kezeba reş hebû. Di girtîgehê de ev nexweşî veguherî nexweşiya sîrozê. Piştî birayê min hate girtin salek û nîv bi tenê di hucreyê de hate ragirtin. Li wir rewşa wî hê girantir bû. Di nexweşiya sîrozê de divê kesê nexweş bi awayekî kontrolî xwarinê bixwe. Lê tevî vê jî dema ku diçe mehkemê û nexweşxaneyê xwarin nadinê. Bi sedema nexweşiya xwe gelek caran xwîn ji mîdeya wî hat. Rewşa birayê min her ku diçe xira dibe. Em dixwazin birayê bê berdan û em dermankirina wî li derve bikin’. Em jî di hefteya 744an de bang dikin ku astengiyên li pêşiya tedawiyan bila bên rakirin. Di serî de Bûrhan Adsiz û hemû girtiyên nexweş bên berdan.”
Piştî xwendina daxuyaniyê çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.


