Ji bo êrişên Îsraîlê kî çi dibê?

Dewletên li Rojhilata Navîn bertek nîşanê êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê dan, dewletên Ewropayê jî banga dîplomasiyê kirin.

1 deqe xwendin
Ji bo êrişên Îsraîlê kî çi dibê?

Piştî Îsraîlê ragihand ku li dijî paytexta Îranê, Tahranê bi navê, “Operasyona Mertalê Cihûyan’ êrişên ‘bergiriyê’ pêk aniye gelek dewlet û rêxistinên navneteweyî daxuyanî dan. Rayedarên Îsraîlê ji çapemeniya cihû re ragihandin ku ji ber gefên Îranê amadekariyên berfireh kirine û bi armanca ji holê rakirina metirsiyên li dijî Îsraîlê derbeyên giran li Îranê xistine. Rayedaran ragihand ku êriş bi rêyên hewayî û deryayî pêkanîne. Îsraîlê ragihand ku ji hemû êrişên Îranê re jî amade ne û tedbîrên pêwist girtine.

Trump îdiaya Îranê piştrast kir

Rayedarên Îranê jî bi bîr xistin ku êrişên berfireh pêk hatine û ev gef xwarin: “Ji bo şerê bi siyonistan re me amadekariyek berfireh kiriye. Dê bersivek, di asta ‘kujerî’ de bê dayîn.”

Îranê ragihand ku qada hewayî ji hemû seferan re hatiye girtin. Herwiha çapemeniya Îranê ragihand ku DYA jî tev li êrişan bûye û alîkariya Îsraîlê kiriye. Di çapemeniya Îranê de hat daxuyandin ku Midûriyeta Îstîxbaratê ya Mihafizên Şoreşê û gelek deverên Tehranê hatine bombebaran kirin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump îdiaya Îranê piştrast kir ku ew jî tev li operasyona Îsraîlê ya li dijî Îranê bûne û wiha got: “Demek beriya niha DYA li dijî Îranê operasyoneke leşkerî ya berfireh da destpêkirin. Armanca me ew e ku em gefên rejîma Îranê ji holê rakin û gelê Amerîkayê biparêzin. Em ê fuzeyên Îranê ji holê rakin.”

Senatorê Komarparêz Lindsay Grahem der barê êrişên ku pêk hatine wiha got: “Lîstikê dest pê kir. Em ji bo Îsraîlê dia dikin.”

Cihê Xameney hat guhertin

Li gorî nûçeya Reûtersê jî Serokê Olî yê Îranê Ayetûllah Alî Xamaney ji Tehranê hatiye derxistin û we birine ‘cihek bi ewle’ cih kirine.

Bertekên dewletan

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê êrişên Îsraîlê şermezar kir û got ku gavên leşkerî dikarin şer li herêmê zêde bikin û şertên aştiyê xera bikin. Enqere di daxuyaniya xwe de banga dîplomasiyê kir.

Yekîtiya Ewropayê: Rageşî divê bê kêmkirin

Rayedarên Yekîtiya Ewropayê jî daxuyaniyek dan û ragihandin ku ji ber pêşveçûnên li Rojhilata Navîn pir xemgîn û bi fikar in. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her cure bilindbûna leşkerî dikare ewlehiya herêmî û cîhanî bixe xetereyê. 

Paytextên Ewropayê bang kirin ku aliyên pevçûnê dev ji ziman û gavên şerî berdin û kanalên dîplomatîk vekirî bihêlin. Diplomatên ewropî gotin ku şertên heyî pir nazik in û her gava leşkerî ya nû dikare kontrola krîzê dijwartir bike.

Hikûmeta Iraqê jî bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir û got ku êriş binpêkirina prensîbên navneteweyî ye. Bexdayê bang li Lijneya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku li ser mijarê banga civînek awarte bike.

Neteweyên Yekbûyî: Sivîlan biparêzin

Rayedarên Neteweyên Yekbûyî li ser mijarê daxuyandin ku êriş jiyana sivîlan dixe xeteriyê û bang li her du dewletan kirin ku li hemberî binesaziya sivîl û jiyana sivîla di asta herî jor de baldar tevbigerin.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku parastina sivîlan divê bibe hestiyariya pêşîn û rêyên siyasî û dîplomatîk divê ji nû ve bên aktîfkirin.