Ji bo Evdirehman Zal li Çand Amedê merasîm hat lidarxistin
Ji bo xebatkar û kedkarê çand û hunera kurdî Evdirehman Zal ku jiyana xwe ji dest da, li Çand Amedê merasîm hate lidarxistin. Di merasîmê de axaftin hatin kirin û bal kişandin ser xebat û keda Zal a behempa.

Evdirehman Zal (Gecîken) ku bi salan di saziyên çandî û hunera Kurdî de dixebitî, duh li nexweşxaneyek Amedê ku lê dihat dermankirin koça dawî kir. Ji bo Zal li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê merasîmek hat lidarxistin. Xebatkarên çand û hunerê, rojnamevan, malbata Zal û gelek kesên din beşdarî merasîmê bûn. Beşdaran wêneyên Zal li ber sînga xwe vekirin. Darbesta Zal bi ala kesk û sor û zer hat pêçandin. Her wiha di merasîmê de mûm hatin vêxistin û wêneyê Zal li ber darbestê hat danîn.
Piştî rêzgirtinê hunermend Şêrko Kanîwar axivî û got ku Zal yek ji mezintirîn xebatkarên pişt perdeyê bûye. Kanîwar diyar kir ku li Kurdistanê kes tune ku Kekê Evdirrehman silav nedabe wî û wiha got: “Behskirina wî pir dijwar e. Em ê keda wî ji bîr nekin. Mîrateya wî hîn bêtir kar ji me re hiştiye. Nivîskar Ehmed Huseynî, Salih Muslim, xebatkarê Çapemeniya Azad Osman Kiliç û niha jî Evdirehman Zal koça dawî kirin. Em ê wan ji bîr nekin.”
Keda wî berhewa neçû’
Piştre şanoger Berfîn Emektar axivî û wiha got: “Evdirrehman Zal tê wateya kedê. Li pişt perdê, li pişt kamerayê kedeke wî ya mezin hebû. Ew ked kêm tê dîtin, lê ew cara yekem derket ser vê dikê. Werin em ji bo wî çepikan lê bidin.” Berfîn Emektar ku got ku ew 30 sal in Evdirrehman Zal nas dike, diyar kir ku Zal bi her kesî re têkilî daniye û got: “Keda wî berhewa neçû.”
Sînemager Metîn Ewr ji bi bîr xist ku Evdirehman Zal paşnavê xwe ji Geciken guhertiye Zal û got: “Ew bi qasî Rusteme Zal kedkar bû.” Ewr destnîşan kir ku Zal di sînemayê de li pişt kamerayê, di şanoyê de li pişt perdeyê û di govendên gelêrî de li pişt lîstikvanan bûye û got: “Em îro wî bi hesreteke mezin bi bîr tînin. Hevalê me Evdirrehman dê her tim di xebata me de were bîranîn. Em ê wî qet ji bîr nekin.”
‘Oxir be bavo’
Kurê Zal, Mazlûm Gecîken jî wiha got: “Em ne tenê bav û kur bûn; em heval bûn. Dema ez biçûk bûm, min bi bavê xwe re rojname belav dikir. Gava ez mezin bûm, ez bûm hevalê wî. Em ê tu carî ruhê wî yê paqij, ruhê wî yê berxwedêr û kedkar ji bîr nekin.” Mazlum Gecîken ê ku di nav xemgîniyê de nikarîbû zêde biaxive û di dawiyê de got: “Oxir be bavo.”
Piştre, darbesta Zal hat hilgirtin û ji bo veşartinê ber bi gundê wî Xerabêkurê yê navçeya Şemrexa Mêrdînê ve hat birêkirin.


