Ji bo 'Mitînga Azadiyê' bang hatkirin
Li Amedê têkildarî “Mitînga Azadiyê” ya ku dê bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad ber bi Azadiya ve Dimeşin” bê lidarxistin, daxuyanî tê dayîn.

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di 28’ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad ber bi Azadiya ve Dimeşin”, “Mitînga Azadiyê” li dar bixe. Komîteya Amedekar lil avahiya DEM Partiyê ya Amedê daxuyaniyê dide.
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer di daxuyaniyê de axivî û ev tişt got: “Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadiya Gelê Kurd e. Divê tavilê azad be.” Piştre metna daxuyaniyê ya Kurdî ji aliyê Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yê Amedê Muhîttîn Muguç, metna Tirkî jî ji aliyê Berpirsiyara Rêxistinkirinê ya DEM Partî ya Amedê Gulîz Kaya ve hate xwendin. Metna daxuyaniyê wiha ye:
Gelê Kurd bi dehan salan e ku têkoşîna azadî, nasname û jiyana bi rûmet dide.
Di vê têkoşînê de berdêlên giran hatine dayîn; ne tenê gelê Kurd, hemû gelên ku wekhevî û demokrasiyê dixwazin êşên mezin kişandin. Lêbelê, ligel hemû zextan jî îradeya azadiya gelan nehatiye teslimgirtin.
Banga ku di 27ê Sibatê de ji aliyê rêzdar Abdullah Ocalan ve hat kirin, ji bo çareseriya demokratîk û pêkvejiyanê bûye qonaxeke dîrokî. Ev bang, perspektîfa civaka demokratîk a ku gel dikarin tê de bi ziman, nasname û statuya xwe bi azadî bijîn, derxistiye holê. Di pêvajoya borî de, bi sekinandina şer û pevçûnan re civak nefesek girtiye, hêsirên çavên dayikan sekiniye û gel careke din dîtiye ku aştî çi qasî bi nirx e.
Îro daxwaza gelan zelal e:
Ji bo aştiyeke birûmet û mayinde, divê gavên demokratîk tavilê bên avêtin! Beriya her tiştî divê qanûna Têkoşîna li dijî Terorê were rakirin, divê qanûnên antîdemokratîk tavilê bên guhertin, dawî li sepandinên qeyûman bê anîn, girtiyên siyasî bên berdan, qedexeyên li ser ziman û çanda gelê Kurd bi temamî bên rakirin.
Ji bo ku aştî xurt bibe û çareseriya demokratîk bi pêş bikeve, divê şert û mercên xebat û ragihandinê yên rêzdar Abdullah Ocalan werin amadekirin û bê misogerkirin û bi awayekî fîzîkî azad be.
Di serdemeke wiha de ku Rojhilata Navîn bi şer û krîzan hatiye dorpêçkirin, aştî êdî nayê paşxistin. Çareseriya demokratîk, ne tenê dahatûya gelê Kurd, dahatûya hevpar a hemû gelên ku li Tirkiyeyê ye.
Agahiyên mitîngê û bang
Ji ber vê yekê, em wekî gelê Amedê, di roja 28ê Hezîrana 2026an de, di saet 17.00 de li Qada Îstasyonê, bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad ber bi Azadiya ve Dimeşin” li qadan bin.
Bi vê manasebetê em banga li gelê xwe, li ciwanan, jin û kedkaran û hemû hêzên demokratîk dikin da ku em werin cem hev. Niha dema meşa ber bi azadiyê ye.


