Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Tom Barrack çûye Bexdayê
Tom Barrack çû Bexdayê û dê hîn rêzecivînan li gel berpirsên payebilind ên Iraq û Başûr re pêk bîne. Her wiha tê gotin ku Barrack dê li Hewlêrê bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û berpirsên ENKSê re jî bicive.

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê ji bo karûbarên Sûriye û Iraqê Tom Barrack gihişt paytexta Iraq Bexdayê. Biryar e Barrack hîn rêzecivînan li gel berpirsên payebilind ên Iraq û Başûrê Kurdistanê pêk bîne.
Tom Barrack bi gihiştina xwe re li ser medyaya dijîtal ragihand ku ji bo pêşkêşkirina piştgiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump ji hikûmeta Iraqê re, dê li gel Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bicive.
Her wiha Barrack destnîşan kir ku ji bo xêzkirina nexşerêyeke nû ji bo têkiliyeke bihêz û berdewam di navbera her du aliyan de, dê li gel Ezî Zeydî hevkariya stratejîk a di navbera Iraq û Amerîkayê nîqaşan bike.
Biryar e Barrack piştî civînên xwe yên li Bexdayê, serdana Başûrê Kurdistanê bike û bi berpirsên herêmê û serokên beşek ji aliyên siyasî yên herêmê re bicive.
Tê gotin ku Barrack dê li Hewlêrê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û berpirsên ENKSê re jî bicive.
Hêjayî gotinê ye ku şeva borî Radyoya Monte Carlo ragihand ku Tom Barrack li bajarê Bexdayê ye û hişyariyeke tund daye komên çekdar. Wî hişyarî daye ku her serokekî komên çekdar heta meha Îlonê çekên xwe radest neke, dê rûbirûyê dadgeha Iraqê bibe û bi tometa ‘serhildanê’ bê darizandin.


