Ji bo Rojava çalakiya ‘dengderxistinê’ dê bê lidarxistin
Platforma Saziyên Demokratîk, ragihand ku dê li Rojava her şev saet di 20.00ê de çalakiya dengderxistinê li dar bixin û banga tevlibûnê kir.

Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê, bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo Rojava dê her şev saet di 20.00ê de çalakiya derxistina deng li dar bixin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji bo mezinkirina piştevaniya bi gelê Rojava re, em ê her şev saet di 20.00ê de li her cihê em lê ne çalakiya dengderxistinê li dar bixin. Di malên xwe de, di wesayît, li kolan û ku derê dibe bila bibe em tev li çalakiyê bibin. Em bang li gelê xwe dikin ku tev li vê çalakiyê bibe.”


