Ji bo Rojava Swêd û Almanya meş û mîtîng li dar xistin

Kurdistanî û dostên kurdan li bajarên Swêdê û Almanyayê li dijî êrîşên li ser kurdan meş û mîtîngên girseyî li dar xistin û piştgirî dan Rojava.

1 deqe xwendin
Ji bo Rojava Swêd û Almanya meş û mîtîng li dar xistin

Kurdistanî û dostên kurdan li bajarên Gävle û Helsingborgê yên Swêdê ji bo balê bikişînin ser êrîşên li dijî Rojava mîtîng li dar xistin. 

Axaftvanên li ser navê Meclîsa Gel a Gävle-Borlänge diyar kirin ku her çend pêvajo gihîştiye qonaxek rêkeftina fermî jî, ev nayê wê wateyê ku her tişt qediyaye. Beşdaran dan zanîn ku xetere berdewam dikin û heya ku şoreş berdewam bike dê hebin û divê Kurd û dostên wan ên li çaraliyê cîhanê hişyar û amade bin.

Siyasetmedarê Kurd Îsmet Girêsor di mîtîngê de axivî û diyar kir ku ev pêvajo pir girîng e û got, "Ev meseleyek man û nemanê ye. Ez spasiya gelê me yê ku li çaraliyê cîhanê rabûye ser piyan, gelê me yê ku li Rojava li ber xwe dide, hemû partiyên Kurd ên ku di vê pêvajoyê de rol lîstine û bûne yek û gelê me yê li her çar beşên Kurdistanê ku bi heman fikarê tevgeriyane, yekîtiya neteweyî nîşan dane dikim."

Xwepêşandan piştî axaftinan bi dawî bû.

Helsingborg 

Kurd û dostên kurdan li bajarê Helsingborgê jî mîtîngek li dar xistin. Tevî hewaya sar jî, girse li ber stasyona navendî kom bû. Hevseroka Meclîsa Skåne Zelal Qoserî li ser navê girseyê axivî û diyar kir ku her çend behsa pêvajoyek agirbestê hatibe kirin jî, xetera li ser Rojava berdewam dike. 

Çalakî bi dirûşmeyên "Bijî YPG", "Bijî YPJ", "Bijî berxwedana gelê Kurd" û “Kurdistan yek e” bi dawî bû.

Almanya 

Kurdistanî li bajarên Hannover, Hattingen û Villingen-Schwenningen ên Elmanyayê, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û daxwaza naskirina statuya wê, çalakiyên konvoya bi wesayîtan, meş û mitîngan li dar xistin.

Hannover

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, ji bo piştevaniya bi Rojava re çalakiya konvoyê hate lidarxistin. Konvoy nêzî 85 û 100 wesayîtan pêk hat. Di konvoya ku li kolanên bajêr çû de, peyamên piştevaniyê bi Rojava re hat dayîn. Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Berxwedana YPG”, “Bijî Berxwedana YPJ” û “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Wesayît bi al û pankartên ku berxwedana gelê Kurd silav dikin, hate xemilandin.

Hatingen

Kurdistaniyên li bajarê Hattingenê dijîn, ji bo piştevaniya Rojava û naskirina statuya wê meşek li dar xistin. Meşa ku di saet 14:00’an de destpê kir, ber bi navenda bajêr ve çû. Gelek kes tevlî çalakiya ku li Hattingenê cara ewil tê lidarxistin, bûn. Beşdaran di tevahiya meşê de, dirûşmeyên,  “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Alle zusammen gegen den Faschismus” û “Bijî Berxwedana YPG-YPJ” berzkirin û tevî sirûdên berxwedanê meşa xwe domandin.

Di dema çalakiyê de banga tevlîbûnê ji bo meşa ku wê sibê li Friedrichstraße a li bajarê Velbert ê Elmanyayê were lidarxistin, hat kirin. Meş bi dirûşme û sirûdan bi dawî bû.

Villingen 

Kurdên li Villingen-Schwenningenê, di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Piştgiriya bi Rojava re ya Cîhanê de meş û mitîngek li dar xistin û peyama xwedîderketina li Rojava dan.

Di axaftinên çalakiyê de peyama, “Xwedîderketina li Rojava rûmet e; parastina Kurdistanê ye” derket pêş. Beşdaran diyarkirin ku Rojava hemû Kurdan dike yek û destnîşan kir ku ev bûyereke dîrokî ye. Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeya, “Hemû Kurd yek in” li qadê deng veda.

Erfurt

Li bajarê Erfurt ê Elmanyayê, bi sedan Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser Rojava û daxwaza naskirina statuya Rojava meşiyan.

Girseya ku li stasyona trenê ya navedî li hev civiyan, heta Qada Angerê meşiyan. Beriya meşê, nûnerên Die Linke û MLDP’ê axaftinên piştgiriyê kirin. Girseya ku piştre dest bi meşê kir, dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Kîne em? Kurd in em”, “Terorîst Colanî, terorîst Erdogan”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana YPG-YPJ” berzkirin.

Kurdistanî û dostên wan ên ku tevî berf û hewaya sar heta Qada Angerê meşiyan, bi dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn. 

Rosenheim

Li bajarê Rosenheim ê li eyaleta Bavyerayê bi sedan Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava meşiyan.

Di axaftinpn meşê de li ser hevgirtina bi Rojava re hat rawestandin û hat gotin ku divê statuya Rêveberiya Xweser di asta destûrî û navneteweyî de were misogerkirin.

Di xwepêşandanê de bal kişandin ser krîza mirovî û şert û mercên dorpêçkirinê yên li herêmê, pankart û dovîzên ku sûcên li dijî mirovahiyê yên ji hêla çeteyên HTŞ û DAÎŞ’ê ve hatine kirin eşkere kirin, hatin hilgirtin. Girseyê dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Gelê Kurd yek e" berz kirin.

Berlin

Li paytexta Elmanya Berlînê Kurdistanî û dostên ji bo şermezarkkriba êrîşên li ser Rojava wan meşek li dar xistin. Meş li Leopoldplatzê dest pê kir û heta Deriyê Brandenburgê yê Berlînê / Pariser Platz berdewam kir.

Di meşê de alên YPG û YPJ û dovîzên “Defend Rojava", "Rojava ne bi tenê ye" û "Êrîşên li dijî gelê Kurd rawestînin" hilgirtin û dirûşme berz kirin. Namzeta şaredariya Berlînê ya Die Linke Elif Eralp jî di çalakiyê de axivî û helwesta xwe ya li dijî êrîşên li ser Rojava anî ziman.

Di meşê de, çend alîgirên Tirk û HTŞ’ê hewl dan provokasyonan bikin; polîsan mudaxele kir û hin ciwan hatin binçavkirin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku li Rojava sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin û bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku bêdengiya xwe bişkîne û helwestek zelal li dijî êrîşên Tirkiyeyê bigire.